'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso got: “Di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinekê heye. Lêbelê Tirkiye mudaxile dike. Bi vî awayî lihevkirinek çênabe.”
Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Ciwanê bi navê Ayaz Encu, li gundê Roboskê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
Siyasetmedar û akademîsyena îtalî Nadia Urbinati, diyar kir ku ew bi hêviyeke mezin piştgiriyê dide daxwaza aştiyê ya Kurdan.
Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmeta Cemaweriyê ya Ewropayê Pablo Sanchez Centellas, diyar kir ku divê tevgera karkeran û sendîka di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke sereke li xwe bigirin û destnîşan kir ku demokrasî li taxan dest pê dike.
'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin, ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got: “Lêbelê, girtîgeh ezmûna jidilbûna pêvajoyê ne.”
Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
Li Colemêrgê ku gelek gundên wê qedexe ne, welatî tenê salê carekê dikarin serdana gundên xwe bikin. Welatiyan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “PKK vekişiya, êdî hinceta we nema, gelo çima gundên me hêj qedexe ne?”
Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
Hate ragihandin ku Îshak Dayan ê ku bi mehan e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê di hucreyê de tê ragirtin, ji aliyê gardiyanan ve gef lê hatiye xwarin û jê re gotine: “Ger tu nebêjî çiqas bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez Tirk im, em ê te bikujin.”
Coşa beriya maça Amesporê
Alîgirên Koma Dîrenîşê beriya maçê ji ber Amedstore heta stadê meş li dar xistin.
Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
Beşdarên ku di civîna gel de axivîn, anîn ziman ku ew dixwazin jiyanek demokratîk û aştiyane ava bikin û gotin: “Ji bo vê jî, di qonaxa destpêkê de divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicîanîn.”
'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
Di şînên ku ji bo Faruk Kurt, Medenî Kurt û Eşref Keser ên HPG'î û Ahmet Arcan ê YPG'î hatin danîn de, soza girêdana bi bîranînên wan ve hat dayîn.
Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku armanca şoreşa Sûriyeyê azadî ye û hilweşîna rejîmê qonaxeke nû ya şoreşê ye û got: "Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû."
Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
Ji bo endama YJA Starê Încî Sumbul ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de jiyana xwe ji dest da, şîn hat danîn.
Dermankirina rojnamevan Aykol didome
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol bi antîbiyotîkan didome.
Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de, yên ji bo girtiyên nexweş, li ser rewşa girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hakki Goren hat sekinandin.