Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
Girtî Bozkûrt ku name ji Huseyin Aykol re şand, ragihand ku ji ber sê cezayên hucreyê yên ku lê hatine birîn, berdana wî dereng ketiye û Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 11'emîn a Mersînê jî, ji bo heman mijara ku bûye sedema cezayê dîsîplînê jî beraetê daye.
Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
Qesabxaneya ku 3 sal berê ji aliyê qeyûm ve bi 11 milyon û 971 hezar TL'yî hatibû îhalekirin, bêyî bê vekirin, careke din di bin navê tamîrkirinê de hat îhalekirin.
Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
Firoşkarê şekirê pembû Mehmet Şah Karataş ê ku zabitayan tundî lê kiribû serlêdana gilî kir. Karataş ê ku ji ber serlêdana gilî ya zabitayan di dosyayê de bûye gumanbar, diyar kir ku êriş ji ber nasnameya wî ya Kurd-Elewî pêk hatiye.
Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
Rêya navneteweyî ya E-5 a ku di navçeya Avkevirê re derbas dibe, jiyana welatiyan dixe xetereyê. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin: "An ji me re rêyeke alternatîf an jî divê serbihur bê çêkirin."
Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
Nazim aliyê kêm ê sal û erdnîgariya ku em lê dijîn bi kena xwe vegot. Ew ken, Nazim bir Rojava, axa ku şoreş lê ji dayik bûye. Dema li Rojava bû jî Nazim veguhastina her geşedanê domand. Nazim, li dû xwe di demên herî zor û zehmet de pratîka rojnamegerî çawa tê kirin, wek mîras hişt.
Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
Malbata girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 30 sal in girtiye, diyar kir ku tehliyeya wî bi îdiaya bi "rêxistinî" axiviye û ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekiriye, cara 3'yemîn tehliyeya wî hatiye astengkirin û got: "Ev pirsên ku ji kesê 30 salên xwe daye Tevgera Azadiyê tên kirin, ne hiqûqî ne."
Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
Platforma Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, ji bo mexdûrên lehiyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi kampanya alîkariyê kir.
Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
Li Îranê 1 jê zarok 4 welatiyên Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.
Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
Rojnameger Huseyîn Aykol du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Bijîşkan, careke din xwîn dan Aykol.
Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û endama YJA Starê Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn.
Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
Polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan qetil kiribû, tevî biryara bultena sor jî ev 11 sal in hêj nehatiye girtin.
Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
Rêxistinên hiqûq û civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê banga hevrûbûna bi komkujî û îşkenceyan kirin û xwestin girtîgeh bibe muzeya mafên mirovan.
Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
Girtiyê bi navê Cindî Keskîn ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand û got: “Yê herî zêde di dinyaya me de cih digire û xuya dike tu yî mirovê hêja.”
Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
Îro saet di 12.20’ê de li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.