Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
Îtîraza li dijî berdana rojnameger Alî Bariş Kurt hate kirin, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hate redkirin.
Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di encama êrişeke bi SÎHA’yê de hatibûn qetilkirin dê bên bibîranîn.
Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
Welatiyên bi daxwaza budçeya ji bo nan û aştiyê meşiyan Enqereyê, diyar kirin ku şer li dijî kedkar û gelan e û xwestin budçe ne ji bo şer lê ji bo aştiyê were veqetandin.
Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
Welatiyên li Şirnexê tev li Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk bûn anîn ziman ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
Hejmara 313’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Licê de şero taybet” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
Ayla Akat Ata, di civîna gel a Mûşê de axivî û got: “Em ê xwedî li xaka xwe, welatê xwe û rêbertiya xwe derekvin. Hêvî hûn in û em ê pêvajoyê bi ser bixin.”
Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
Hevserokên Giştî yên DEM PArtiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di meşa ji çar baskan ve gihaştiye Enqereyê de axivîn û gotin: “Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran.” Hevserokên Giştî xwestin mûçeyê kêmtirîn herî kêm 46 hezar TL be.
Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
Kesên 10 sal berê di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê di civîna gel a li Geverê de axivî û got: “Avakirina komun û meclisan biqasî av û nan girîng in, pêwîst in. Lewma divê em xwe birêxistin bikin.”
Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
Li Cizîrê ji bo Mûrat Kalkan ê HSD’î û li Êlihê jî ji bo Ebedîn Cengîz, Şafî Acet, Aybars Oguz, Ekrem Acet, Turan Akyol û Şukran Akyol şîn hatin danîn. Şîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
Girtî Rûkiye Fîdan ku di qezayê de dayika, xwişk, bira û mamê xwe winda kir, ji bo şînê anîn Mêrdînê.
YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
Yekitiya Ewropayê û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û parastvanên mafên mirovan bang li rejîma Îranê kir.
'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di meşa li dijî tiryak û fihûşê ya li Licê de axivî û got: “Em ê bi rêya komunan, bi civaka demokratîk û têkoşîna aştiyê pêşiya ve bigirin. Em ê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser kevin.”
Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê bal kişand ser rola jinan a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got: “Birêz Ocalan, jinan weke ‘hêza avaker a esasî’ dibîne û di pevajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e.”