Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
Cerdevanên gund ên Şirnexê bi çekên giran 36 pezkovî qetil kirin.
Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê, rapora binpêkirinên li girtîgehên herêmê aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku tehliyeya girtiyan tê astengkirin û ji bo bidawîkirina binpêkirinan bangî rayedaran kirin.
Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
Duh bi şev li navçeya Mehsertê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de dayika girtî Rûkiye Fîdanê, xwişk-birayên wê û mamê wê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên welatiyan hatin definkirin.
Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
Baskê meşa ber bi Enqereyê ve ya bi daxwaza “Budçeya ji bo ked û aştiyê” yê Herêma Egeyê li Aydinê bi serdanan dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê got: “Em mecbûr in bi awayekî rûmet xwe bigihînin mafê nan û aştiyê.”
Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan piştî hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re axivî û got kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê de ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake. Şandeya Dem Partiyê jî got divê verastkirinên qanûnî ji bo aştiyê sûdewer bin.
Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
Du kesên li navçeya Midyadê jineke ciwan tecawiz kiribûn, hatin girtin.
Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, li Hezexê beşdarî Civîna Aştî û Civaka Demokratîk bû û got: “Sermuzakeravan Rêber Apo ye. Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e.”
Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
Ji rêveberên DBP’ê Rojhat Acar ku polîsan hewl dan bikin sîxur, ev peyam hate şandin: “Kesê di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî. Bêguman em ê rû bi rû biaxivin. An dema tu dimeşî dê agahiya nexşeyê parve bikî û bi rehetî bimeşî, an jî dê rêyên te bi dirî û direhî bin, dê bibin kolanên derketina wê ne û biêş be.”
Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan budçeya di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo şer hatiye veqetandin bi bîr xist û got: “Ji bo em heqê xwe bêhtir bigirin û ji bo serkeftina têkoşîna ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin têkoşînê.”
Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
Bêrîvan Barîn a OHD’î diyar kir ku li Girtîgeha Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hatiye astengkirin û got ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye.
Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
Tulay Hatîmogûllari ya ku di meşa “Budçeya bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê de axivî got: “Budçe, rêvebirina welat a welatekî ye. Em ji bo ‘budçeya şer û rantparêziyê bibêjin na’.”
Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
Li Cizîrê piştî ragihandina xweseriyê li ser qedexeya derve 10 sal bihurîn. Hizna Arslan a ku 10 sal in cenazeyê keça xwe Hacer Arslanê digere, got: “Kezeba min şewitî, bila kezeba tu dayikekê neşewite. Hevêviya me sekana xwînê û hatin aştiyê ye.”
‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Hakki Demir diyar kir ku her çend hawirdoreke bê pevçûn girîng be jî, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn ji bo aştiyeke mayînde girîng e. Endamê MYK’a ÎHD’ê Nûrettîn Taniş jî got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet tavên şênber biavêje.
Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
Li gorî lêkolîna SAMER’ê, ji sedî 62,8’ê hilbijêrên Kurd ên CHP’î, biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê neyînî nirxandin. Ji sedî 47’ê hilbijêrên Kurd ên digotin dengê xwe didin CHP’ê got ku dê êdî dengê xwe bidin DEM Partiyê.
Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
Endamên TJA, DEM Partî û Platforma Şiyar Be ku ji bo meşa girseyî ya ku dê di 14'ê Kanûnê de li Licê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, gotin ku beşdarbûna meşê dê bersiveke xurt li dijî polîtîkayên şerê taybet be.