Êrişên li Zap, Metîna, Avaşînê: Armanc xitimandina pêvajoyê û domandina şer e
Rojnameger Weysî Tallî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê axivî û got: “Îxtîmala ku di her kêliyê de provokasyona sala 1993’yan dubare bibe, heye. Armanca ji van êrişan ew e ku pêşiya pêvajoyê bigirin û zemîna şer zindî bihêlin.”
Bahçelî: Li bendê ne ku xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku ew li bendê ne xebatên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.
Li Samandagê hişyariya provokasyonê: Em çanda xwişk-biratiyê biparêzin
Înşaat - Îş û Dev Yapi-Îşê ji ber rageşiya di navbera karker û welatiyan de hişyariya provkasyonê kirin û banga xwişk-biratiyê kirin.
Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li navçeya Rêya Armûşê şewat derket û zirareke mezin gihişt 4 dikanan.
Şîna Bêrîtan Aktaş bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Bêrîtan Aktaş a ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket û bi mudaxileyê hate vemirandin.
Ferda Fahrîoglû: Divê rêxistinên civaka sivîl di têkoşîna aştiyê de cih bigirin
Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji raporên rêxistinên civaka sivîl sûdê bigirin û got: “Divê her kes ji bo civakîbûna pêvajoyê di têkoşîna aştiyê de cih bigire.”
Gundên Sêweregê bê av û ceryan in: Kes çareser nake
Li gundên Sêweregê bi awayekî sistematik av û ceryan tê birîn, welatî nikarin hewcedariyên xwe yên jiyana rojane bi cih bînin û neçarî koçberiyê tên hiştin.
'Divê goristan bên çêkirin û rê bidin serdanên malbatan’
Nûnerên komeleyên xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ava kirine, diyar kirin ku gorên hatine texrîbkirin malbatan diêşîne û xwestin ev gor bên sererastkirin û rê bidin malbatên wan ku biçin serdanê.
Girtiyê ku lêgerîna nava dev red kir hat derbkirin
Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak Samsunê tê ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekir hate derbkrin. Bavê wî Hasan Demîr xwest ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan şandeyek biçe girtîgehê.
'Heke ji bo çareseriyê israra wan hebe wê demê bila mafê hêviyê cîbicî bikin’
Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin bal kişand ser biryara binpêkirina mafê hêviyê ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû û got: “Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”
Amedspor bi Mbaye Diagne re li hev kir
Amedsporê ragihand ku ji bo qada xwe ya forvetê xurt bike, bi lîstikvanê xwedîezmûn Mbaye Diagne re li hev kiriye.