Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê
Mehmet Dayangaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê rastî êrîşa 20 gardiyanan hatiye û banga lêkolînê li rayedaran kir.
Tehliyeya Ataca bi hinceta ‘ji bo entegrebûnê amade nîne’ hat taloqkirin
Tehliyeya Mehmet Mehdî Ataca ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “ji bo entegrebûnê amade nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Leşkeran hewl dan gorên endamên YJA Star û HPG’ê hilweşînin
Leşkeran hewl dan li navçeya Licê gora Rojhat Onkol ê HPG’î xwişka wî endama YJA Starê Azîze Onkolê hilweşînin.
Rêveberiya Xweser li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Abdî li Urdunê bi şandeya DYA’yê re hevdîtin kir. Hat zanîn ku di hevdîtinê de Peymana 10’ê Adarê de hatiye nîqaşkirin.
Di navbera Bexda û Hewlêrê de nelihevkirina ‘darayî’ didome
Di navbera Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de qeyrana “mûçeyan” didome.
‘Rejîma Îranê di mehekê de 197 kes darve kir’
Kampanya “Sêşemên ji Darvekirinan re Na” ragihand ku rejîma Îranê di nava mehekê de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi giştî 197 kes bi dar ve kiriye.
Li Girtîgeha Kirşehîrê gef li girtiyan tên xwarin
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tên ragirtin bi rêya malbatên xwe ragihandin ku gardiyan di nava provokasyonan de ne û mafên wan ên jiyanî tên binpêkirin.
Parêzerê Îmamoglû hate binçavkirin
Parêzerê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û hevjîna wî Dîlek Îmamoglû, Nûsret Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna ÎBB’ê de hate binçavkirin.
Ji bo îfadeyê bang li Mucahît Bîrîncî hate kirin
Parêzerê AKP’î Mucahît Bîrîncî ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur OZel gotibû di lêpirsîna ÎBB’ê de ji Mûrat Kapkî 2 milyon dolar xwestiye, ji bo îfadeyê bang lê hate kirin.
ÎHD'ê xwest noqteyên leşkerî bên rakirin
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê, bi daxwaza rakirina noqteyên kontrolê yên GBT’ê daxuyanî da.
Şandeya DEM Partiyê dê di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di roja pêncşemê de biçe Îmraliyê.
Li Stenbolê çalakiya 1’ê Îlonê dê li Meydana Rihtimê bê lidarxistin
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê di 31’ê Tebaxê de li Meydana Rihtimê ya Kadikoy a Stenbolê mitîngê li dar bixe.
Şaredariya AKP’î parka rastîn xera kir li şûna wê ya sûnî çêkir
Di serdema qeyûm de li Şirnexê baxçeyê tîkane hatibû çêkirin û terkî rizîbûnê hatibû kirin. Li şûna heman baxçeyî niha jî baxçeyekî sûnî yê bi bi milyonan TL’an hate çêkirin.
Xelkê Enqereyê: Gel aştiyeke mayinde dixwaze
Welatiyên li Enqereyê dijîn têkildarî komîsyona li Meclisê hatiye avakirin axivîn û gotin ku pêdiviya welat bi aştiyeke mayinde heye.
'Divê bi sûcên li dijî Kurdan re hevrûbûn çêbibe'
Bestekar û strannivîs Şanar Yurdatapan diyar kir ku girîng e ku pêvajo berdewam dike û got: "Divê bi du sûcên mezin; Qirkirina Ermeniyan, siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan û zilma li wna hatiye kirin re hevrûbûn çêbibe."