Serokê TBB’ê Sagkan 4 daxwaza ji komîsyonê kir
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di civîna komîsyonê de axivî û got: “Em dixwazin girtinên bi keyfî bi dawî bibin, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê were cîbicîkirin, bi biryarên darazê were kirin û sepana qeyûm bi dawî bibe.”
Gelek kes çûn ziyareta şîna Bulut Kîşîn
Şîna Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê yê HPG’ê Bulut Kîşîn ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, di roja sêyemîn de didome.
Şandeya DBP û DEM Partiyê li Herêma Federe ya Kurdistanê ne
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat bibin, çûn Herêma Federe ya Kurdistanê.
Ji ÎHD û OHD’ê rapora merasîma îmhakirina çekan û pêşniyarên çareseriyê
ÎHD û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk aşkera kir û ji bo pêşketina pêvajoyê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.
Li Colemêrgê qeyrana avê: Sedem sepanên qeyûm e
DEM Partiyê, bertek nîşanî qutkirina avê ya li Colemêrgê da û diyar kir ku rexmê çavkaniyên avê yên bajêr zêde ne bi qeyrana avê re rû bi rû ne.
Ji bo mitînga li Kadikoyê bang: Tekane rêya jiyaneke biewle aştî ye
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ji bo mitînga 1’ê Îlonê ku dê di 31’ê Tebaxê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Dijberiya Cumhuriyetê ya ‘pêvajoyê’ êdî gihîşt asta tetîkkêşiyê
Rojnameya Cumhuriyetê, dijbertiya xwe ya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hedefgirtina TJA û rojnameger Gulistan Tekîk ku hatibû qetilkirin, derxist asta tetîkkêşiyê.
Hêlîn Umît: Divê Rêbertî bê Meclisê û li wir biaxive
Hêlîn Umît, diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hinek newêrek tevdigere û got: “Gelê Kurd, Rêber Apo weke sermuzakerevan diyar kir. Ji ewil divê ev komîsyon li Rêber Apo guhdarî bike.”
Li Qoserê qeza çêbû: Kesekî mir, 9 kes jî birîndar bûn
Li Qoserê otobusa nava bajar û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.
Kete: Bila Ocalan li Meclisê were guhdarkirin
Hevserokê DAD'ê Zeynel Kete ku diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di Komîsyona Meclisê de were guhdarîkirin û got, "Divê Ocalan û ekîba wî werin Meclisê. Anîna cem hev a partiyan, pêvajoya aştiyê xurtir dike."
Şaman ê OHD’î: Komîsyon dixebite lê tecrîd didome
Endamê OHD’ê Lokman Şaman, got: “Xebatên Komîsyona li Meclisê didomin lêbelê mercên xebatê yên Ocalan hêj nehatine başkirin û tecrîd didome.”
Du zarokên xwe di şer de winda kir: Em ziman û nasnameya xwe dixwazin
Saîde Ulugana ku di pevçûnan de du zarokên xwe winda kiriye û beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Cenazeyên zarokên me di qutî û çenteyan de dan me, lê tevî vê êşê jî, em dibêjin 'Aştî.' Em ziman û nasnameya xwe dixwazin"
Halîme Karataş a 4 sal in di nava nivînan de li benda alîkariyê ye
Halîme Karataş, ji ber ku nikare bimeşe û nikare tu pêdiviyên xwe bi cih bîne, li benda piştgiriya rayedaran e. Halîme Karataş ku hevjînê wê jî astengdar e, 4 sal in di nava nivînan de ye.
Polîsan nehiştibûn şînê deynin: Wezaretê îdia kir 'malbat bi rizaya xwe derketiye'
Wezareta Karên Navxweyî, di bersiva pêşniyaznameya têkildarî astengkirina şîna endamê HPG'ê Abdurrahim Erzen de îdia kir ku malbat bi dilxwazî ji mala sersaxiyê derketiye. Lê dayik Asya Erzenê, wezaretê derewand.