Ugur ê hat îdiakirin di bin çavan de 'ji avahî kete xwarê' jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Ugur ê ku dema li Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê binçavkirî û hatibû îdiakirin ji qata duyemîn a avahiya Emniyetê ketiye xwarê, jiyana xwe ji dest da.
DFG’ê rojnamegerên di salên 90’î de hatin qetilkirin bi bîr anî
DFG’ê, rojnameger Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û Hidir Çelîk ku di salên 90’î de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.
Serokên Meclisê yên berê tev li civîna komîsyonê bûn
Serokên Meclisê yên berê tev li civîna 7’emîn a Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin bûn.
Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û DYA’yê de li ser çi hate axaftin?
Şandeya DYA’yê û ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ammanê hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de li ser entegrasyona demokratîk û mijara pergala nenavendî hate axaftin.
Şahidê nîvsedsalê Aykol: Tişta ku îro li ser maseyê, çîroka ji duh ber bi îro ve hatiye veguhestin e
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku serpêhatiyên xwe yên ji Mulkiyelîlerê heta Qendîlê vegot, bal kişand ser nakokiya li ser maseya aştiyê û got ku ev nanokî di navbera "kesên li şikeftê jiyan e û kesên qesr ava kirine" de ye. Aykol, got: "Tiştên li ser vê maseyê, çîroka ji duh heya îro ye."
Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
Tehliyeya girtî Halîl Ay bi hinceta ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şîrove nekir, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Sûltan Bozkurt a li komîsyonê lê hat guhdarîkirin: Zimanê me xeta me ya sor e
Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike."
Li Amed û Wanê bendewariyên gel ên ji komîsyonê
Welatiyên li Amed û Wanê dijîn ji komîsyona Meclisê li bendê ne demildest sererastkirineke qanûnî bên çêkirin. Di nav daxwazên welatiyan de ya sereke azadiya Abdullah Ocalan û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.
Di 8 mehan de 3 jin hatin qetilkirin û 23 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
Li Mêrdînê di heşt mehên dawî de 23 jin bi awayekî biguman mirin û 3 jin jî hatin qetilkirin. Parêzer Seher Acayê diyar kir ku ew bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne û got: "Niha em dibînin ku li holê tu sûcdar tune ne."
Cenazeyê Berat Nazlican li Çewligê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican ê ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, li Çawligê bi girseyî hat veşartin.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Divê hawirdoreke ewle bê afirandin
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku di civîna Komîsyona Meclise de axivî bertek nîşanî astengkirina axaftina kurdî ya Dayikên Aştiyê da û got: “Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”
Serokên baroyan: Divê Tirkiye modela xwe pêş bixe
Serokên Baroyên bajaran ku di civîna Komîsyona Meclisê de axivîn destnîşan kirin ku divê Tirkiye modela xwe pêş bixe û gotin ku ji bo hemwelatiyeke wekhev divê mafê kurdan, ziman û nasname di destura bingehîn de bê misogerkirin.
Cenazeyê Berat Nazlican piştî 6 salan hate dayin
Cenazeyê endamê HPG’ê Berat Nazlican, piştî 6 salan li Meletiyê hate wergirtin û ji bo definkirinê birin Çewligê.