‘Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne: Divê bêdudilî piştgiriyê bidin aştiyê’
Zanyara siyasetê ya feminîst Françoise Vergès piştgirî da banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku gelên Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne û xwest her kes piştgiriyê bide aştiyê.
Bakirhan: Dengbêjan bîra gelê Kurd parastin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Stenbolê bi dengbêjan re civiya û got: “Piştî avakirina komarê, ziman, çand û dîroka me hate qedexekirin. Xwestin bîra gelê kurd tune bikin lê dengbêjan destûr nedan.”
Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku gel dixwaze mercên azad ji bo Abdullah Ocalan bên avakirin ku bi rehetî bixebite û fikrên xwe parve bike û got: “Komîsyon divê tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”
Ji sê girtiyên li Îranê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn agahî nayên girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji 3 girtiyên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û ji Girtgîgeha Urmiyeyê sewqî Girtîgeha Giştî ya Sucanê hatine kirin, agahî nayên girtin.
Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê hewl dide siyaseta înkarê rewa bike
Rêveberiya Xweser, têkildarî biryara Hikûmeta Demkî ya Şamê ku bi hinceta “ewlehiyê” dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinê neke, diyar kir ku hewldana ji bo rewakirina siyaseta înkarê ye.
MSD: Komxebata şêwirê hate taloqkirin
MSD’ê ragihand ku komxebata şêwirê ku dihat payin di 25’ê Tebaxê de were lidarxistin, hatiye taloqkirin.
Li Mêrsînê mînîbusa xwendekaran li TIR’ê xist: 2 kes mirin
Li Mêrsînê mînîbuseke xwendekaran li TIR’a parkkirî xist. Di qezayê de zarokek jî di nav de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.
Jinan ji bo destûra bingehîn a nû bang kir: Werin em gotina xwe bikin yek
Komîsyona Jin û Destûra Bingehîn diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê hemû jinên ji aştiyê bawer û ji bo civakîkirina wê têdikoşin û got: “Em dixwazin li ser vê maseyê bibin deng û awazên hemû jinên li Tirkiyeyê ku baweriya wan bi aştiyê heye û ji bo civakîkirina wê têdikoşin. Werin em gotina xwe bikin yek.”
Zarokê 14 salî bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da
Zarokê 14 salî Serdal P., dema li Qaxizmanê pez diçêrand, bi guleya çekê jiyana xwe ji dest da.
Ji ber lêgerîna petrolê ya li Gabarê zêdetirî 3 hezar kes bêav hatine hiştin
Ji ber xebatên lêgerîna petrolê yên TPAO’yê, kaniyên Çiyayên Gabarê qirêjî bûn û hişk bûn. Şêniyên gundê Ziyaretê gotin: “Di demên berê de li her devera gundên me kanî hebûn lê niha tune ne. Her roj em diçin walîtiyê û ji me re dibêjin ‘ha îro ha sibe’ lê me dixapînin.”
Serokê ÎHD’a Yilmaz: Divê li Ocalan guhdarî bikin
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin hem li Abdullah Ocalan hem jî Koma Aştî û Civaka Demokratîk guhdarî bike û gavên divê bên avêtin rêz kir.
Li Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
Li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi pileya 4.0 erdhej çêbû.
Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
Rêxistinên Elewî, çêkirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê protesto kirin.