Li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)li bajarê Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin.
Li Rihayê navçe bi navçe xebatên ji bo 1’ê Îlonê didomin
Li hemû navçeyên Rihayê ji bo amedekariya mitînga 1’ê Îlonê xebat didomin.
Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li xwendekaran hat protestokirin
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak bertek nîşanî ferzkirina sîxuriyê ya di bin navê "semînerê" de li ser xwendekarên da û got: "Divê demildest dev ji polîtîkayên milîtarîst û şerxwaziyê bên berdan.”
Li Silêmaniyê helîkopterek kete xwarê
Helîkopterek a girêdayî Rêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê kete xwarê. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
Li navçeya Licê ya Amedê leşkeran heşîş şewitandin û li qada daristanê rê li ber şewatê vekirin.
Şîna Berat Nazlican bi girseyî hate ziyaretkirin
Şina Berat Nazlican ê HPG’î ku berî 6 salan li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hate ziyaretkrin.
Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin
Şandeya DBP’ê û DEM Partiyê li Silêmaniyê gora Celal Talabanî ziyaret kirin.
Dogrudemîr piştî 30 salan hate berdan: Em ê ji banga Ocalan re bibin bersiv
Mahfûz Dogrudemîr ku piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan, got: “Em ê berpirsyartiya xwe ya di pêvajoya nû de bi cih bînin. Em ê ji banga Rêbertiyê re bibin bersiv.”
Sergardiyanê Girtîgeha Dumluyê êrişî girtiyan kir
Sergardiyanê Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê êrişî girtiyan kir.
DBP’ê têkildarî êrişa li Nîgdeyê daxuyanî da
DBP’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişa nîjadperest de got: “Ewlehiya jiyana karkerên demsalî û tespîta êrişkaran erka desthilatê ya bingehîn e.”
‘Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat’ di roja 3’yan de didome
“Konferansa Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Ereb” ku li Silêmaniyeyê tê lidarxistin, di roja 3’yan de didome.
Di êrişa li dijî karkerê Kurd de şaredarê MHP’î xwest mudaxileyê girtenameyê bike
Li navçeya Borê ya Nîgdeyê karkerê Kurd ê bi navê Orhan Îdîlkurt di êrişa çekdarî de bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku Şaredarê MHP’î di dema amadekirina girtenameyê de mudaxile kiriye da ku li şûna demanceya rast “demanceya hişkeber" were nivîsandin.
Bernameya 1’ê Îlonê ya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê
Bernameya çalakiyên bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin, diyar bû.
Banga 1’ê Îlonê: Ji bo daxwaza demokrasiyê em li Kadikoyê li benda we ne
Endamê Meclisa DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz, ji bo çalakiya ku dê di 31’ê Tebaxê de bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng deng bide aştiyê” bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
Ekîn Yeter Moray: Divê komîsyon guh bide Abdullah Ocalan
Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter Morayê diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd divê komîsyona meclisê guh bide Abdullah Ocalan û got ku di şert û mercên tecrîda li Îmraliyê de tu guhertin çênebûye.