Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê ku di 8’ê Îlonê de li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibûn, anîn ziman ku bi gotinên “Hûn dibêjin qey hûn ê aştiyê bibînin? Hûn ê bimirin û biçin” gef li wan hatiye xwarin. Girtî Serhat Karasu, dema zext û gefxwarin bi malbata xwe re parve dikir, telefon li ser hate qutkirin.
Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
Feminîst û profesora felsefeya zanistê Helen Longino, ji DEM Partiyê re name şand û got: “Bi rastî jî banga Abdullah Ocalan ku têkoşîna çekdarî dide aliyekî û ji bo Kurdan û her kesên li Tirkiyeyê dijîn daxwaza bidestxistina hemû mafan a bi rêyên aştiyane, bandor li min kir.”
Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kampa Holê li dijî hucreyên DAIŞ’ê operasyona “ewlehiyê” dan destpêkirin.
Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
- Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Helebê civiyan. Di civînê de li ser cîbicîkirina peymana di 1’ê Nîsanê de hatibû îmzekirin û avakirina komîteyan li hev kirin.
Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avestayê diyar kir ku peyamên ji Îmraliyê tên ji bo pêşeroja pêvajoyê krîtîk in û got: “Aştî, civaka demokratîk û entegrasyon tenê heke Rêber Apo yekser tê de rol bilîze dikarin pêş bikevin. Em ê nehêlin naveroka pêvajoyê vala bikin.”
Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
Li Daristana Bajar a Karadagê ya li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin.
Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim" de ku ket meha sêyan, bi çalakiyên curbicur bi sedan kesayet û saziyên navneteweyî yên naskirî, doza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
Nivîskar Murat Mihçi diyar kir ku ger bi komkujiya 6-7'ê Îlonê re hevrûbûn çênebe, dibe ku gelên ku wekî "yên din" tên dîtin rojekê bibin hedef û got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan firsendeke baş e ji bo hevrûbûna bi van êşan re.
Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
Karkerên çandiniyê yên ku li Nîgdeyê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû man, diyar kirin ku di êrişê de hatiye xwestin hemû kesên li wir bên kuştin û li dijî vê banga edaletê kirin.
Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
MKG û DFG'ê dê 6'ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad bi çalakiyeke rengîn pêşwazî bike. Endama Lijneya Rêveberi a MKG'ê Arjîn Dîlek Oncel û Hevseroka DFG'ê Kesîra Onelê banga beşdariya li çalakiya ku dê hunermend Kasim Taşdogan derkeve ser dikê, kirin.
Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
Endamê Konseya Rêvebir Mustafa Karasû, nêzîkatiya dewletê û desthilatê ya ji bo pêvajoyê rexne kir û got ku divê dewlet rast nêzî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe. Her wiha Karasû destnîşan kir ku divê Komisyona Meclisê bi berpirsiyarî tevbigere û got: "Divê Rêber Apo, li Meclisê biaxive."
Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û fermandarê CENTCOM'ê Brad Cooper civiyan.
21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Li Cizîrê 21 kesên ku 10 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya 8 rojan de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibrîanîn.
Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê yê Êlihê Metîn Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.