Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
Amadekariyên li dijî texrîbkirina xwezaya li Herêma Bestayê didomin. Dayik, ji niha ve ji bo kesên beşdarî çalakiya nobedê bidin dest bi çêkirina nan kirin.
Şandeya alman li Helebê ye
Nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), li Helebê bi dîplomatên ji balyozxaneya Almanya ya li Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn. Her du aliyan rewşa Sûriyeyê û awayên pêkanîna aramiyê gotûbêj kirin.
Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
DBP, HDK û DEM Partî kesên ku di Komkujiya 6-7'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û banga "hevrûbûn ferz e" kirin.
'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
Hevserokê MEBYA-DER Amedê Ramazan Dengiz diyar kir ku êrişên dewletê yên li ser merasîmên cenaze û sersaxiyê zirarê didin pêvajoyê û got: "Ev, mîna ku tu miriyan careke din bikujî."
Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 15-17'ê Îlonê de dosyeya koma Gurban ku "Mafê Hêviyê" ya Abdullah Ocalan jî di nav de ye, daxilî rojeva xwe bike." Her çend Tirkiyeyê hîn di vê mijarê de tu gav neavêtibe jî, tê payîn ku komîte biryareke demkî bide.
Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şêxê durziyan Şêx Ebû Yûsif Emîn El Sayix re civiya.
Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
Hesabê medyaya sanal ê belgefîlma "Bîra Sûrê" ku hê nehatiye weşandin, hat astengkirin.
Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, pêşniyaz kir ku çend kes ji komisyona meclisê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin.
Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
Ji bo Tamer Koç ê HPG'î ku hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye, li mala wî ya li navçeya Yenimahalle ya Enqereyê şîn hat danîn
YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
YSK'ê îtirazên CHP'ê yên der barê lijneyên hilbijartinê yên navçeyên Stenbolê qebûl kir.
Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê îşkence, binpêkirina maf tenduristiyê û nêzîkatiyên xirab ên li hemberî girtiyan bi awayekî sistematik tên pêkanîn û hat xwestin ku demildest dawî li van pêkanînan bê.
HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
Di 6'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de Cahit Kirkazak û Sûltan Ozcan careke din wekî hevserokên giştî hatin hilbijartin.
Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
Li Şemrexê bi girseyî serdana şîna endamê Komalên Ciwan Arjen Yavûz hat kirin.
Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
Hesabê X’ê ya rojnameya Yenî Yaşamê, hate astengkirin.