Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
Feminîst a Amerîkayî Harriet Fraad, bi peyamekê ragihand ku piştgiriyê dide pêvajoya piştî banga Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: “Tekane tişta tê xwestin, ihtirima însanî ye û ev jî daxwazeke ‘radîkal’ nîne.”
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran welatiyên ji Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin li ser mijarên sereke nasekine û got: “Yek ji rojeva herî lezgîn a komîsyonê ‘Mafê hêviyê’ ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.”
Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di şahiya Roja Çapemeniya Azad de axivî û got: “Dewlet ji kamera û pênûsa we ditirse.” Bayindir, bal kişand ser rola Çapemeniya Azad û bedelên hatine dayin.
Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
Di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de 4 DAIŞ’î hatin girtin.
Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
Li Siwêdayê ji bo aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki hat lidarxistin. Çalakvanan diyar kir ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sûc kiriye.
Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
Nergîs Mihemedî, bertek nîşanî pêkanînên li dijî mamosteyên li Rojhilatê Kurdistanê da û têkildarî cezayên giran ên li aktivîst û mamostayan hatiye birîn ji Raportora Taybet a Îranê ya NY’ê re nameyek nivisand.
Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
Di çalakiyên ÎHD'ê yên ji bo girtiyên nexweş de, hat destnîşan kirin ku jiyana Veysî Abdurrahmanoglû, Emîn Aladag û Cîhat Ozdemîr di xeteriyê de ye.
Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
Wezareta Karên Navxweyî, Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antaylyayê ji wezîfeyê dûr xist.
Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
Rejîma Îranê çalakvanê berxwedana "jin jiyan azadiyê" Mêhran Behramyan ê li Girtîgeha Navendî ya Esfehanê bi darve kir.
Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
Di çalakiyên ku ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve li Amed û Êlihê hatin lidarxistin de, hat xwestin ku kiryarên Mehmet Sîncar werin darizandin û li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hat pirsîn.
Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
Dayikên Şemiyê di 1067'emîn çalakiya xwe de, li aqûbeta kujerên Ayten Ozturkê pirsîn ku 33 sal berê di bin çavan de hatibû qetilkirin.
Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin ku hat ragihandin jiyana we ji dest daye.
Agir bi kampa penaberên şengalî ket
Danê sibehê li kampa penaberan ya Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya bi ser bajarê Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket. Di şewatê de sê kon şewitîn.