Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
Şandeya Danûstendinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku ji bo nîqaşkirina Peymana 10'ê Adarê amadekariyên vakirina komîteyan dike.
Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistana Federe ragihand ku piştî lêkolînan kesên gule li rojnamevan Hêmin Mamend reşandin hatine girtin.
Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Semra Duva ya PAJK’î ku ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
Xizmên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li pêşiya Girtîgeha Aksarayê daxuyanî dan û xwestin Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin.
Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
Wekîlê DEP’ê Mehmet Sîncar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
Di doza jinûvedarizandinê ya têkildarî qetilirina Mehmet Sîncar de ev 6 sal in hêj biryar nehatiye dayin. Parêzer Mehdî Ozdemîr ev rewş weke “pêvajoyeke ku faîl diparêze tê meşandin” nirxand.
Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
Tehliyeya Mervan Demîrtaş û Mahmût Kaygan ên li girtîgehên Antalyayê tên ragirtin cara 4’an û ya Nûrşen Tekîn jî carekê hate taloqkirin.
Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne Sûriye jinûve ava dibe ne jî yekparetiya welat dibe.
Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
Fîraset Ozbek Onkol ku kêla gora kurê wê bi darê zora cendirmeyan rakir, got: “Tişta tê kirin zilm e. Ji hestiyên me aciz in. Ev, bêwijdanî ye.”
DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
DEDAŞ’ê, trafoya ceyranê ku danîna wan a li hewşa dibistanan qedexe ye, li Silopiyayê li baxçeyê 4 dibistanan danî.
Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
Di operasyona HSD’Ê ya li başûrê Reqayê de 5 DAIŞ’î hatin girtin.
7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
Mehmet Karatepe ku birayê wî Mûstafa Karatepe 30 salan di girtîgehê de mabû û 7 meh piştî tehliyeya xwe jiyana xwe ji dest da, got: “Ew dikuj in û wisa ber didin. Yên xwe li ser pêyan digirin bernadin.”
Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
HDK û DAD dê di 7’ê Îlonê de li Taxa Tuzluçayirê “Şahiya Civaka Demokratîk” li dar bixin.