Nehiştin Demîr ê 30 sal in girtî ye tev li torena cenazeyê birayê xwe bibe
Nevzat Demîr ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê birayê xwe bibe. Lêbelê bi hinceta “cendirme nikarin ewlehiyê biparêzin” ev daxwaza Demîr hate redkirin.
Komkujiya li Êlihê hate protestokirin
Komkujiya li Êlihê ku dayik, bav û 2 zarokên wan hatibûn qetilkirin, hate protestokirin.
Ji bo doza ‘Lihevkirina bajar’ bang hate kirin
Parêzeran diyar kirin ku bi doza “Lihevkirina bajar” re tê xwestin HDK were krîmînalîzekirin û banga tevlibûna danişînê hat kirin.
Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
Civîna 10’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dest pê kir.
Abdullah Ocalan: Pêvajo gihiştiye qonaxa çareseriya hiqûqî
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Abdullah Ocalan di hedîtinê de gotiye pêwîstî bi çaerseriyê hiqûqî ku yasayên “serdema navberê” digire navxwe heye û got: “Birêz Ocalan got; ‘asta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye qonaxa çarseriya hiqûqî.’”
Biryara AYM’ê tune tê hesibandin: 'Dewriyaya dijîtal' 25 hesab asteng kir
Tevî biryara betalkirinê ya AYM’ê jî, li ser daxwaza emniyetê ku di qada medyaya dijîtal de dewriyeyan dike, ji bo 25 hesabên medyaya dijîtal biryara astengkirinê hat dayin.
DBP’ê banga ‘Mafê hêviyê’ li hikûmetê kir: Biryarê bicih bînin
DBP’ê têkildarî “Mafê hêviyê” ku di Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de tê nîqaşkirin, daxuyanî da. DBP’ê bang li hikûmetê kir ku biryarên têkildarî Abdullah Ocalan û girtiyên din tavilê bên cîbicîkirin.
Dayika Kazanhan ji dadgehê re got: Gelo hûn kujer vedişêrin?
Ayşe Kazanhan di danişîna doza qetilkirina kurê xwe de axivî û wiha bertek nîşanî negirtina polîs Nûrbakî Goçmez ê 2 sal û 7 meh in nehatiye girtin da: “Ev kes li ku ye, gelo hûn wî vedişêrin?”
Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
Serokeşîrên Ereban têkildarî peyama Abdullah Ocalan şandî axivîn û gotin ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzên herêmî û xurtkirina xwişk-biratiya gelan vîzyoneke siyasî ya berfireh pêşkeş dike.
Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
Mûsa Anter dê di sala 33’yemîn a salvegera qetilkirina xwe de li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn.
Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi Şandeya Îmraliyê re de bang li ciwanên koçî Ewropayê bûne kir ku heke derfetên wan hebin vegerin welatê xwe. Di hevdîtinê de Ocalan got: “Ez ê li Îmraliyê bimînim lê naçim Ewropayê.”
Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
Bav Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî salek e ji bo aqûbeta keça xwe pirsa "Çi bi serê Rojînê hat?" dike, heya niha 14 caran ji Amedê hatiye Wanê û doza edaletê dike.
Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
Xizmên girtiyan ên li Mêrdînê diyar kirin ku heya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê aştiyeke rasteqîn çênebe û bang li komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kirin.
Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
Omer Kurt, bavê xwendekarê zanîngehê Şerzan Kurt ê ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, diyar kir ku hêviya wan ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û got: "Divê nêvengeke li ser esasê wekheviyê bê afirandin."
Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
Serokê Şaxa 3'yan a Egîtîm Sen a Stenbolê Huseyîn Tosû ku têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê axivî, diyar kir ku divê bendên li ber mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên rakirin û got ku divê komîsyon vê yekê wekî peywirekê deyne ber xwe.