Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
Rektoriya Zanîngeha Munzurê, beşeke pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtî û dozgeriyê kir. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Mehmet Aşkin got ku ev yek dê bandoreke neyînî li jiyana kampusê bike.
Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
Hiqûqnasê OHD'î Salih Tekîn diyar kir ku divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di warê pêkanîna "mafê hêviyê" de zorê bide Tirkiyeyê.
ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e, ragihand ku ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ji wî pirsiye ku "Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?" Parêzer Veysî Atmaca got: "Divê girtiyên nexweş ji însafa ATK'ê re neyên hiştin."
'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
Mehmet Durak û Mehmet Emîn Siraç ku piştî 30 salên di girtîgehê de çendek roj berê hatin berdan, li Edeneyê bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
Di danişîna doza Atîlla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin de ji bo Ozdogan biryara “sekinandina teqîbatê” û ji bo Ozlem Feza Sezer Bayramê jî biryara beraetê hat dayin.
Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê ji bo meşa ku dê li bajar bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin.
Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
Li ser formayê Amedsporê ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, dirûşma bi Kurdî cih girt.
Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
Şaxa SES’a Amedê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê êrişên li dijî xebatkarên tenduristiyê protesto kir.
OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
OHD’ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xist û bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tê astengkirin. OHD’ê bang li Meclisê kir ku Kurdî bikin zimanê fermî.
Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
Pirtûkên ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “ewlehiyê” nayên dayin.
‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
Berdevkê Darazê yê Îranê Asghar Jahangir, diyar kir ku efûya giştî ya hatiye ragihandin ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîne.
Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê ragihand ku ji destpêka meha Îlonê heta niha li Sûriyeyê di encama teqînan de 3 jê zarok bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
Siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î ji bo meşa ku dê sibe li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi rojeva “Mafê hêviyê” civiyaye daxwazên xwe qêriya û got: “Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ev pêk tê jî dê berxwedana me bidome.”