Li Şengalê goreke komî hate dîtin
Li Şengalê goreke komî hate dîtin

Li navçeya Sîba Şêx Xidir a Şengalê goreke komî ya nû hate dîtin. Di gorê de nasnameyên kesên ji Fermana 3’yê Tebaxê heta niha winda de hatin dîtin.

Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin
Li Sêweregê di 10 mehan de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin

Li Sêweregê di nava 10 mehên dawî de herî kêm 11 ciwan neçarî întîharê hatin kirin. Zêdebûna bûyerên întîharê di nava gel de rê li ber fikaran vekiriye û malbat dixwazin tevdîr bên girtin.

'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be'
'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be'

Dayikên Aştiyê yên Êlihê bilêv kir ku dewlet ji destpêka pêvajoyê ve tu gavên berbiçav neavêtine û xwestin ku dewlet bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava ewil biavêje.

Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne
Belgeyên sextekariyê yên Acar derketin holê: Nasname û dîploma sexte ne

Derket holê ku Firat Acar ê xwe wekî pisporê Rojhilata Navînê, hiqûqnas, akademîsyen, nivîskar, mexdûrê KHK'ê û şêwirmendê malbata Barzanî dide naskirin û bi vî awayî têkiliyeke hestiyarî bi jinan re datîne û wan dixapîne, xwedî nasname û dîplomayeke sexte ye.

33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin
33 sal di ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bûn: Kiryar nehatin dîtin, dosye hat girtin

Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter re 33 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan ji bo wî gotibû, "Welatparêzekî rasteqîn bû. Ji ber vê ji hêla kontrayan ve hat qetilkirin. Bi tena serê xwe wekî partiyekê tevgeriya."

Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive
Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive

Li Çewligê kesên di CHP, DEVA û Partiya Saadetê de siyasetê dikin, di serî de mafê zimanê zikmakî, dixwazin hemû maf bên mîsogerkirin. Her wiha ji bo pêvajo bi erênî bi encam bibe destnîşan dikin ku divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.

ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN
ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2025'AN

Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa
Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê Meclis tavilê ‘mafê hêviyê’ bigire rojeva xwe û bibe yasa

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî biryara KW KE’yê daxuyanî da û xwest ku Meclis di çarçoveya biryarê de “mafê hêviyê” bixe rojeva xwe û ji bo bibe yasa xebatan bide destpêkirin.

Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê: Em bi HSD’ê re ne

Rûspiyên Eyn Îsayê ku peyama Abdullah Ocalan gihişt ber destê wan, gotin ku ew ê her tim bi HSD’ê re bin.

Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e
Eren Keskîn: Dema komîteyê daye pir dirêj e

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn biryara Komîteya Wezîran a têkildarî “Mafê hêviyê” ku heta Hezîrana 2026’an demê dide Tirkiyeyê, nirxand û got ku dema hatiye dayin pir dirêj e.

‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’
‘Divê Komîteya Wezîran gavên lez û bibandor biavêje’

Nûnerên saziyan, biryara Komîteya Wezîran a KE’yê ya têkildarî “mafê hêviyê” nirxandin û gotin divê komîte heta meha Hezîranê biryarên bilez û bibandor bide.

Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin
Doza 19 rojnamegeran: Dê li 10 şahidan neyê guhdarîkirin, qedexeya derketina derve nehat rakirin

Li Amedê danişîna doza 19 rojnamegeran hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku li 10 şahidan neyê guhdarîkirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî nehat betalkirin.

Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim
Bedirhanoglû ji komîsyonê re got: Rêveberiya xwecihî dixwazim

Serokê GUNSÎAD’ê Şah Îsmaîl Bedirhanoglû di komîsyona li Meclisê de axivî û xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin û got: “Daxwaza min destûra bingehîn a wekhev û rêveberiya xwecihî ye.”

Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan
Ahmet Temîz piştî 31 salan hate berdan

Ahmet Temîz ku tehliyeya wî 2 caran bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin, piştî 31 salan hate berdan. Temîz, li warê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêwşazîkirin.

Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike
Îddia: Midûra girtîgehê ji bo paşeroja xwe ya tarî veşêre tehliyeyan taloq dike

Parêzer Kenan Maçoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê heta niha tu girtiyên jin ên cezayê xwe temam kirin di dema xwe de nehatine tehliyekirin û îdia kir ku midûra girtîgehê ji bo veşartina paşeroja xwe ya tarî veşêre wiha dike.

< 105 106 107 108 109 > Rupel 107 / 5.358