Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan diyar kir ku xetên fayê yên Dêrsimê xwedî wê potansiyelê ne ku rê li ber erdhejên bi ser pileya 7’ê re vekin û got: “Di serî de rêgehên alernatîf, divê gavên lezgîn bên avêtin.”
Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
Hakki Boltan ku kurê wî girtiyê nexweş Civan Boltan tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî mafê wî yê “hêviyê” nayê cîbicîkirin, got: “Gelo ma ez ê nekarim rojekê kurê xwe hembêz bikim? Ev, îşkencekirina malbatan e.”
Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Amedê ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
Siyasetmedar Selçûk Mizrakli diviyabû ji hukmên berdana bişert sûd bigirta lê bi hinceta “tu îfadeyên wî yên ku ji rêxistinê veqetiyaye tune ne” ev mafê wî hat astengkirin. Parêzer Mehmet Emîn Aktar, got: “Ev bi temamî keyfî ye, derhiqûqtî ye.”
Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya diyar kir ku ji roja Jîna Emînî hatî qetilkirin heta niha jinan tevî hemû zextan jî paşvegav neavêtine û got: “Têkoşîna pêkvejiyanê bû malê hemû civakê. Jin êdî dixwazin ka çi dixwazin û çi naxwazin.”
Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
Li Amedê dê sibe meşa “Mafê hêviyê” bê lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê li hemû navçeyan belavok hatin belavkirin.
Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
Di nirxandinên Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn de hate gotin ku serkeftîbûna projeya Rêveberiya Xweser a li ser fikra neteweya demokratîk hatiye avakirin, hatiye piştrastkirin.
Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
Malbata girtî Dîlan Barînê dema ji bo hevdîtinê diçû Erzînganê, di rê de qeza kir.
Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de li Wanê bi dirûşma “Gel, ji bo mafê hêviyê yê rêberê xwe dimeşin” meş were lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê, belavok hatin belavkirin.
Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
Duh bi şev li navçeya Qûbînê ya Êlihê malbatek hate qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrişê 24 kes hatin binçavkirin.
Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mûşê xwest ji bo “Mafê hêviyê” di qanûnan de sererastkirin bên kirin û banga cîbicîkirina biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan kirin.
Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
Şaxa OHD’a Rihayê, diyar kir ku tehliyeyên girtiyên li Tokat û Osmaniyeyê bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê tên astengkirin û girtiyên nexweş ji mafê tedawiyê bêpar tên hiştin.
BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
BTK’ê ji bo nûçeya me ya bi sernavê “Qeyûmi ji bo keştiya xwe ji qaseya şaredariyê 586 hezar TL xerc kir” biryara astengkirinê da.
Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civînên xwe yên 10 û 11’emîn de ku dê di 17-18’ê Îlonê de bên lidarxistin, li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike.