Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
Li navçeya Rêya Armûşê jina bi navê Esma Akgullu bi awayek mirî hat dîtin.
Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
KCDP’ê ji bo qanûna hejmar 6284’ê baş were bicihanîn kampanyaya seferberiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê tax bi tax, kolan bi kolan çalakiyan li dar bixe.
Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
Hejmara 81’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bi ziman û govenda xwe em ê rê nedin faşîzmê” derket.
Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
Saziyên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bang li hemû jinan kirin ku serhildana "Jin Jiyan Azadî" hembêz bikin û xwedî lê derkevin û gotin: "Em bi dengê xwe, bi dirûşmeyên xwe û bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan."
Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz diyar kir ku ew ê xwedî li serhildana "Jin, jiyan, azadî" derkevin û li 365 rojan belav bikin û got: "Divê em 16'ê Îlonê diyarî azadiya jinê bikin. Ji bo vê jî divê em bitêkoşin, ji lew re ev felsefe ancax dikare wê rojê watedar bibe."
Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê danezana encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan ku du rojan berdewam kir, aşkere kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê di Rêya Sêyemîn de bê bilindkirin.
Li Peyasê hevdîtina keda jinê
Şaredariya Peyasê, 5’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk anî. Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku hem dixebitin hem jî bi hev re di piştevaniyê de ne.
Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
Akademîsyen Meryem Negîn diyar kir ku çalakiyên “Jin jiyana azadî” çalakiya ewil bû ku li cîhanê belav bû û got: “Ocalan ji bo dîroka jinan ronî bike, agir vêxist. Jinên li Îranê jî vî agirî geş û gur kirin.”
Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Baroya Mêrdînê de ji bo alîkariya edlî û xizmetên şêwirmendiyê ya bi jinên rastî tundiyê hatin re, protokol hate îmzekirin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê jî diyar kir ku yên di kuştina Narîn Guranê de çavên xwe ji qetlîamê re girtine bi qasî kujerên berpirsyar in û wiha got: "Çima colek kujer tên parastin?"
Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
Aktîvîst Shaghayegh Noruzî destnîşan kir ku li Îranê pirsgirêka bingehîn ne por an jî cil û berg in lê rejîma ku ser laşê jinê desthilatê ava dike ye û wiha got: “Felsefeya 'Jin, jiyan azadî' ya li Kurdistanê derketî, gihişt dilê Îranê Tehranê."
Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê dest pê kir nêzîk dibe. Şîlan Haşimî ya ku di berxwedana “Jin jiyan azadî” de çavek wê kor bû got: “Çavê min î din jî kor bibe, ez ê di 16’ê Îlonê de li kolanan bim.”
Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
Endama Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat diyar kir ku polîtîkaya dîzaynkirina jiyana jinan a îktîdarê dibe sedem ku qetilkirina jinan zêdetir bibe û wiha got: “Weke rêxistinên jinan divê em xeleka xweparastinê bêhtir mezin bikin û têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.”
'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku sedema mirina jin û zarokên welêt îktîdar e û wiha gotin: “Ji bo xwedî li jiyana xwe derkevin em mecbûr in têbikoşin. Em ê bibin dengê Narînê, Rabîa Nazê, Gulistan Doku.”
Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
Endama TJK-E’yê Done Guzel diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.