Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
Duyemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” hat lidarxistin. Konferans, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
Derheqê kesên qetilkirina Pakistan Demîr protesto kiribûn de doz hatibû vekirin. Dozgeriyê, beriya danişîna biryarê mutalaa da û xwest endamên malbatê û jin bên cezakirin.
Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
Ji Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku îktîdar ji hêla bîrdoziyê ve herî zêde êrişî jinan dike û got ku wan di komxebata xwe de li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaş kirine.
‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
Parastvana mafên jinan Ruya Kûrtûlûş anî ziman ku polîtîkaya malbata pîroz a AKP ji zilam re qada nû ya tundiyê ava dike û diyar kir ku divê li dijî vê rewşê têkoşîn were dayîn.
Li Manîsayê cînayeta jinan
Li navçeya Yûnûsemreyê Selda Eller ji aliyê Gokhan Eller ê pê re di asta dest ji hev berdanê de bû ve hate qetilkirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû destnîşan kir ku wan di konferansa li Enqereyê li dar xistine de ji bo 12 herêman biryara rêxistinbûnê dane û wiha got: “Em rêxistinbûnê weke xweparastinê dibînin. Ji bo jiyaneke azad û wekhev bingehîn rêxistinbûn e.”
Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz axaftina girtinê ya komxebata jineolojiyê kir û wiha got: “Di van du rojan de me vê yekê baş dît ku têkoşîn pir zindî ye, baweriya jinan a ji bo paşerojê pir zindî ye. Di cîhanekî nû de hêviya me ya jiyanekî azad û wekhev heye.”
Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
Komxebata Kovara Jineolojiyê ya “Li dijî pergala mêrsê serdet a di sedsala 21’emîn de polîtîka û rêbazên têkoşîne” di roja duyemîn de bi rûniştinên cuda didome.
Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
Piştî ku weşandina nûçeya dosya ya “Li Colemêrgê şerê taybet” ku rojnamevan Rabîa Onverê amade kir, bi ser mala wê de hate girtin. Di nûçeyên Onverê de bal tê kişandin ku kesên fihûş û sûcên hişbirê dikin çawa tên parastin.
Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
Li navçeya Qoserê jina bi navê Esra Bogurcu bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
Rahîme Kahraman a ku di 22’yê Îlona 1985’an de li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hat teşhîrkirin, jinên Şirnexî navê wê li keçên xwe kirin û tevî ku 39 sal bi ser re derbas bûn jî navê wê nehat jibîrkirin.
Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
Li Silopiya der barê jinên ku wêneyên Jîna Emînî û NarÎn Guran daliqandinbûn de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
Jina bi navê Y.K. a li navçeya Şehîdkamîl dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêweregê Selma Gozgu Ayabe ya li navçeya Sêwregê di bîranîna Jîna Emînî de axivî, li dijî tecawiz û komkujiyan banga rêxistinkirinê kir.
Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
Danişîna ewil a Eyup Tûran ê Bahar Karabagê qetil kiriye, hate talokkirin.