Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê rêya aştiyê veke.”
Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
Jina ciwan a bi navê Merve Daşcan li Semsûrê ji hêla hevjînê xwe Ekrem Daşcan ve bi çekê hate qetilkirin.
Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Yûmûtalikê Murat Durust, Ayşe Durust a pê re zewicî bû, qetil kir.
Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
Dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuce ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got: "Min soz da Semayê, heta ku hebim ez ê ji bo aştiyê bitêkoşim."
Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
Tekane ajokara jin Betul Sayin a bi ser otobusên binevşî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ajokariyê dikir, bi çûna qeyûm, dîsa vegeriya ser karê xwe.
Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
Di çalakiya ji bo Eylem Sevîlen a hat qetilkirin de jinan wiha bang kir: "Werin em bi hev re bitêkoşin. Em hem ji bo Eylemê edaletê pêk bînin hem jî hemû newekheviyan bavêjin.
'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
Gulîstan Bozkûrt a TJA'yî ku têkildarî "Xwendinên Azadiyê" û kargehên ku li dar dixin axivî, diyar kir ku armanca wan pêhesandin û rêxistinkirin e.
Tevî biryara dûrxistinê jî hate qetilkirin
Senem Kivrik a li navçeya Menteşe dijiya, ji aliyê Mûhîttîn Kivrik ê pê re di asta hevberdanê de bûn û biryara wî ya dûrxistinê hebû ve hate qetilkirin.
Ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî 36 hezar îmze
Di çarçoveya kampanyaya li dijî cezayên darvekirinê yên li Pexşan Ezîzî û Şerîfa Muhammedî hatine birîn de 36 hezar îmze hatin komkirin.
Xizmeta bi zimanê zikmakî ji bo mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê di xaleke sereke de ye
Di mekanîzmayên ku ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hatine avakirin de, di mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiyê de xizmeta zimanê zikmakî tune ye. Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan têkildarî rapora ku amade kirine agahî da û diyar kir ku rêveberiyên xwecihî di vî warî de xwedî cihekî girîng in.
Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket
Hejmara 78’emîn a Kovara Jinê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Di ‘Xwendinên Azadiyê’ de hevjiyana azad hate nîqaşkirin
Di Xwendinên Azadiyê yên li Amedê tên domandin de ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hin beşên mijarên “parastina cewherî” û “hevjiyana azad” hatin xwendin.
Ji TJA'yê li dijî şer banga rêxistinkirinê
Aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarûca diyar kir li dijî polîtîkayên şerê taybet kargehên pêhesandinê dane destpêkirin û destnîşan kir ku li dijî şerê taybet xwerêxistinkirin û xwedîderketina li ziman û çandê xweparastina herî mezin e.
DBP: Herêma Kurdistanê bûye sedema kuştina zarokên kurd
DBP’ê ku qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya rê li ber dagirkirinê vekiriye û bûyer şirîkê vê yekê di deman demê de bûye sedema kuştina zarokên Kurdistanê.”
Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
Jinên ku li nava zeviyan 12 saetan dixebitin û heqdesta wan a rojane 600 lîre ye, anîn ziman ku şert û merc dijwar in, lê ji xeynî xebata li nava zeviyan jî tu çareyeke wan a din tune ye.