Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
Malbata Feray Şahîn a Polîsê Tevgera Taybet Fatîh Bûrak Aykûl ew qetil kir, 7 sal in têkoşîna edaletê dide. Bav Bekîr Şahîn, got: “Ji bo ku hin Ferayên din nemirin em ê vê têkoşînê bidomînin.”
Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku di modela ‘malbata pîroz’ a ku AKP wek pîroz dibîne de jin tên qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin û wiha got: “Modela malbatê ya tê ferzkirin jinan lewaz dike.”
Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
Derbarê 31 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê de lêpirsîna dîsiplînê hatibû destpêkirin. Biryara danişîna li ser îtîraza jinan hate lidarxistin dê di rojên pêş de bê aşkerekirin.
7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
Li Denîzliyê di lêpirsîna têkildarî tecawizkirina jineke astengdar hate destpêkirin de 7 kes hatin girtin.
DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
DEM Partî ya ku di konferansê de biryara modela nû ya rêxistinbûyînê wergirtibû, biryar girt ku li 59 bajaran meclisên jinan bên avakirin, ji bo xebatên van meclisan, diyarkirina polîtîkayên wan ji nêz ve bên şopandin komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî bê avakirin.
Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
Şaredariya Gimgimê, li ser daxwaza jinên ku gelek caran ji gundan tên navenda bajêr Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir.
Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
Parêzer Eda Kar Bûrakmak diyar kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin, Mehmet Demîrhan ê Hîlal Kar qetil kir nehatiye girtin û wiha got: “Dosya heta niha li cem dozgerê nobedar bû, nû dewrî dozgerê esas hate kirin.”
'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa 'Jin jiyan azadiyê' daxuyanî da û wiha got: "Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê."
Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan anî ziman ku êdî “polîsên exlaqê” wê jinan di mijara girêdayîna laçikê de aciz nekin.
Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Agiriyê Aynûr Karatay diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li qadan bin û bang li her kesî kir ku dengê xwe derxînin.
2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
Jinên ku di 2’yemîn salvegera berxwedana “Jin, Jiyan, Azadî” de daketin qadan gotin, “Ji Cemîle heta Leyla, ji Jîna Emînî heta Narînê em li dijî polîtîkayên bêcezakirinê li qadan in.”
Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nergîs Muhammedî salvegera dûyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ silav kir û banga lidarxistina çalakiyan kir.
Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
Ahmet Bîtgîn ê ku xwest bi çekê Dilek Bîtgîn qetil bike ji sûcê "birîndarkirina bi qestî" ceza girt û hat tehliyekirin. Dozger xwestibû Bîtgîn ji sûcê "hewldana kuştina bi qestî" bê cezakirin.
Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.”
TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
TJK-E’yê beriya civîna Konseya Ewropayê ku dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan binirxînin, ji endamên konseyê re name şand.