Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin

Qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşenûr Halîl bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî qetilkirina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.

Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir

Li navçeya Sûrê Çawişê Pispor Mûhammed Recaî Işik, jina pê re zewicîbû, Bedriye Işıkê qetil kir.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya kantona Reqayê êrişên domdar ên Tirkiyeyê yên ên li ser herêmê, şermezar kir û ji bo rawestandina van êrişan bang kir.

Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome

Di rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha îlonê ya MKG'ê de hat diyarkirin ku di meha îlonê de jî gefxwarin û tundiya li ser rojnamevanên jin dewam kir û niha 7 jinên rojnameger girtî ne.

Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin

Li Stenbolê cenazeyên 2 jinên Semîh Çelîk qetil kirine, ji ATK’ê hatin girtin.

Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin

Malbata girtiya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin Nergîs Muhammedî anî ziman ku dermankirina keça wan tê astengkirin û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan kirin.

Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike

Li îranê rojnamegera girtî Serûnaz Ahmed ji ber destûrê nadin ji kontrola tenduristiyê derbas bibe, ev 28 roj in xwarina dermanan red dike.

Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gaveke pêşeng ji bo jinan avêt û dê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê veke.

Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin

Rojnamevan-akademisyen Nagîhan Akarsel a hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, wiha got: “Feraseta ku Nagîhan heval qetil kir, feraseta dijminê jinan a serweriya mêr e. Bila bitirsin ji ber ku em ê dest ji têkoşîna wê bernedin.”

Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin

Faîl Mehmet Demîrhan ê li Amedê Hîlal Kar bi çekê qetil kir, hate girtin.

MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide

MKG'ê bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarselê daxuyanî da û got: “Em ê pênûsa Nagihanê her tim zindî bihêlin. Têkoşîna wê dê li her derê olan bide.”

‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’

Ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîda Mamo diyar ki ku Nagihan Akarsel li her cihê tê re derbas bûye şopa xwe hiştiye û wiha got: “Me bi Nagihanê re Jineolojî nas kir. Peyv bi peyv ev zanist nîşanî me da.”

'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'

Jinan li Wanê banga tevlîbûna “Mîtînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin kir û got: “Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin.”

Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo jinên temenê wan di navbera 18-64’ê de û berhewce ne, sepana JINKART’ê dide destpêkirin. Serlêdana ji bo JINKART’ê dê di 4’ê cotmehê de dest pê bikin.

Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!

Dîlan Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û piştre hevjînê wê Îlhan Yildirim “Bi qisûr sedembûna kuştinê” hat binçavkirin û piştre hate berdan. Malbata Dîlan Yildirimê bertek nîşanî biryara berdana Îlham Yildirim da û wiha got: “Ev ne xwekuştin e, cînayet e!”

< 61 62 63 64 65 > Rupel 63 / 395