Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren li Meclisê axivî û wiha bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê yên îktîdarê: “Heke hûn aştiyê bixwazin, dest bidin destê Îmraliyê. Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.”
Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
Şaredariya Cizîrê ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan û ji bo piştevaniya bi jinan re, xeta “Alo Şîddet”ê vekir.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî binpêkirinên li GGM’an li dijî jinên penaber tên kirin daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku dê têkoşîna wan a li dijî sepanên dermirovî bidome û xwestin GGM bên girtin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku herî zêde jin ji polîtîkayên şerê taybet biandor dibin û got: “Gelê kurd tu caran li dijî vê serî netewand. Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin.”
Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
Meclisa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku di 3 mehan de bi rêya atolyeyan xwe gihandine 3 hezar û 200 kesan û wiha hate gotin: “Ji bo bi rêya jinên rêxistinkirî civakeke azad were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo di çalakiya TJA’yê ya 25’ê Mijdarê de axivî û got ku ew ne bûdçeya ji bo şer, ya ji bo jinan tê xerckirin dixwazin.
Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Rêya malbatê ya bi dewletê re digihije hev” derket.
Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
Mamoste û hevberdevka Dibistana Şehîd Koçerî ya Amadehî ya Mexmûrê Hêlîn Kara diyar kir ku li Mexmûrê jin bi fikir û rêbazên neteweya demokratîk di nava civakê de roleke cidî dilîzin û got: "Heke pîvanên Neteweya Demokratîk pêk werin wê zilamek nikaribe di civakê de tundiyê bike."
'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumerê, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kampanyaya "Gotina me neqediyaye: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bajarekî li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin.
'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
Civaknas Taner Taş anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan bi desthilatdariyê, pêgirtîbûna aboriyê û kedxwariya kapîtalîst ve girêdayî ye û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê ne takekesî, divê mirov li ser guhertinên pergalî hûr bibe."
Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
DAKAP û Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi şandina qertan a ji girtiyên jin re dan. TJA û Meclisa Jinan a DBP’ê jî li Sêrtê qert ji jinên girtî re şandin.
Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê bertek nîşanî cezayê îdamê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn dan û ev bang kirin: “Jin jiyan e, jiyanê qetil nekin.”
Sonuk: Armanc birêvebirina civakeke yekreng, yekzayend û yekaqilî ye
Demîr: Qeyûm polîtîkaya dijminatiyê ya li hemberî kurdan e
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîrê tayînkirina qeyûman wekî "Ev polîtîka polîtîkaya dijminatiya kurdan e" nirxand û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî got: "Armanca qeyûman ew e ku civakeke yekreng û yekzayend bi rê ve bibin."
Li Wanê di 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
Komeleya Jinan a Starê û TJA’yê diyar kirin ku li Wanê di nava 10 mehan de 10 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Şaredariyên Wan û Tûşbayê li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Tûşbayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li dijî tundiyê belgeya helwestê îmze kirin.