Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
Jinan li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan û gotin ku heta faîlên Narîn Guranê tên dîtin û cezakirin dê têkoşîna wan bidome.
Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
Dosyaya rojnamegera kurd Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê tê ragirtin ku derheqê wê de biryara îdamê hatibû dayin, ji Dadgeha Bilind re hate şandin.
KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
Li gorî rapora KCDP’ê ya meha cotmehê 48 jin hatin kuştin û 23 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
Jinên TJA’yî piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê bi dirûşma “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime” heta Şaredariya Sûrê meşiyan.
Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
Jinên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê li ber xwe didin, diyar kirin ku bi rêya qeyûman îradeya gel hatiye xespkirin û wiha gotin: “Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye.”
Li zanîngeheke Îranê protesto
Xwendekareka jin a li Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê li dijî qeydên xwenixûmandinê ku rejîma Îranê ferz dike, cilên xwe derxist û ev ferzkirin protesto kir.
Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
Hejmara 88’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Şoreşa Jinê: Bingeha Jiyaneke nû” derçû.
Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
Sebahat Tûncel a di Konferansa Jinan a HDK’ê de axivî, wiha got: “Têkoşîna azadiyê dê di qêrîna azadiyê ya jinan de bilid bibe. Divê kesên ji vê pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgunûçar diyar kir ku HDK li dijî feraseta mêrsalar a dewletparêz alternatîfeke û wiha got: “Di demekî ku pirsgirêka kurd bûye krîz de divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê didome bibin dengê hevpar.”
Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
Piştevaniya Mor li Îzmîrê li dijî 9’emîn Pakêta Darazê ku mafê wekheviya paşnavê jinan hedef digire daketin kolanan.
Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
Welatiya bi navê Ayşe Koçak li navçeya Sûltangaziyê ji hêla birayê xwe Harûn Koçak ve hate qetilkirin.
Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jê re şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan ya Sineyê bike.
Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê: Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ya têkildarî têkoşîna tundiya li ser jinan hate avakirin weke destkeftiyeke jinan nirxand, wiha got: “Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc.”
Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
Endama Meclisa Jinan a HDK’ê Arîfe Çinar bal kişand ser konferansa ku dê di 2’yê mijdarê de bi dirûşma “Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin” û wiha got: “Me ji bo têkoşînê nexşeyeke nû ya têkoşînê diyar kir.”
Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
Amadekariyên rêxistinên jinan ên ji bo 25'ê Mijdarê didomin. Endama AFK'ê Ferîde Eralp diyar kir ku wekî her sal ew ê dîsa li kolanan bin û parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen jî diyar kir ku yên ku welêt bi rê ve dibin ne xwedî îradeya xebitandina mekanîzmayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan e.