Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
Hevşaredarên jin ên DEM Partiyî di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye. Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de ji bo jinên hatin qetilkirin 80 şitil danîn.
Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Sevda Bal ku li Sêweregê dijiya, li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
Şaredarên DEM Partiyê starta kampanyaya “Gotina me xelas nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” dan ku dê salekê bidome.
Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
Îdianameya derheqê Mehmet Demîrhan de ku Hîlal Kar qetil kiribû, piştî 5 mehan hate amadekirin. Di îdianameyê de ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” cezayê muebbeta girankirî hat xwestin.
Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
Şaredariya Xana Axparê navê Narîn Guranê li parka nû hatiye çêkirin kir. Jinên tev li bekirina parkê bûn, ji bo bîranîna Narîn Guran, Rojîn Kabaîş û Şirîn Elmasê şitil danîn.
Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
Elîf Kabaîş, xwişka Rojîn a ku tê xwestin mirina wê wekî" xwekuştinê" bê nixumandin, diyar kir ku şîfreya telefonê ya ku piştî 5 rojan hat şikandin, wekî roja 8'an hatiye nîşandan. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî xwest ku encamên otopsiyê di demeke herî nêz de bên eşkerekirin.
Li Agiriyê starta 25’ê Mijdarê bi meşê hate dayin
Li Agiriyê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê bi meşekê hate dayin.
Bernameya 25’ê Mijdarê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bû
Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya xwe ya çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê eşkere kirin.
Meclisa Jinên Ereb piştgirî dan kampanyaya TAJÊ’yê
Meclisa Jinên Ereb tev li kampanyaya TAJÊ’yê ya “Li dijî tundiya li ser jinan Jin, Jiyan, Azadî" bûn û gotin ku dê li ser bingeha felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê têbikoşin.
Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara 89’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Azadiya xweîfadekirinê ya di bin siya sîxûrtiya bandorê de” derket.
Jin dê bi dirûşma ‘Azadiya te azadiya me ye’ bimeşin
TJK-E xwe ji bo meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku dê bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” li Kolnê bê lidarxistin amade dike.
Xwişkên ku li dijî xespkirina vînê di çalakiya nobetê de ne: Em ê li ber xwe bidin
Xwişkên hev Fatma Bumîn û Gurbet Tekîn ên ji roja ewil ve li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nobedê digirin gotin: "Heta em vîna xwe ya desteserkirî ji wan nestînin em ê li ber xwe bidin."
Jin li Xelfetiyê ne: Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.” Her wiha jinan gotin ku ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin.
Dayikên Aştiyê li dijî qeyûm nobetê digirin: Em ê serî li ber vê zilmê netewînin
Dayikên Aştiyê yên ku bi rojane li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li dijî qeyûm nobetê digirin gotin: “Em ê li ber vê zilmê serî netewînin. Em ê bi paş ve gav neavêjin.”
Jinan banga têkoşîna hevpar kirin: Qeyûm êrişa li hember vîna jinê ye
Nûnerên saziyên jinan diyar kirin ku tayînkirina qeyûman êrişa li dijî vîn û mafên jinan e û banga têkoşîna hevpar a li dijî qeyûman û rawestandina jiyanê kirin.