Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê

Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclisa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi boneya 25’ê Mijdarê û bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" daketin qadan.

Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin

Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê li kampusa navendî bi sê zimanan pankarta "Jin, jiyan, azadî" hilgirtin.

'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê diyar kir ku di sala 2023’yan de herî zêde tundî li girtîgehan hatiye kirin.

Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin

Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên di nava salekê de li bakurê Kurdistanê li dijî jinan hatine kirin eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku di salekê de herî kêm 114 jin hatine qetilkirin û ji van 57 li malên xwe hatine kuştin.

Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin

Hêzên rejîma Îranê kolbera jin a bi navê Pirşeng Qubad Zahirî ya ji Paweyê qetil kirin û bav û birayê wê jî binçav kirin.

TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin

TJA’yê ji bo meşa ku dê bi boneya 25’ê Mijdarê li Tunela Taksîmê were lidarxistin bang kir û got: “Em biryara walîtiyê ya çalakiya me qedexe kirî nas nakin.”

Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
Li Dîlokê jinek hate qetilkirin

Jina bi navê Yeşîm Turkmen li navçeya Belkîsê ji hêla hevjînê xwe Mert Turkmen ve hate qetilkirin.

Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin

MKG’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got ku rojnamegerên jin li qadan û girtîgehan ji bo heqîqetê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê mezintir bikin.

Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya 10 mehan weşand. Li gorî çeteleyê di nava 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin û 170 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî

Jinên ku li gelek bajaran daketin qadan li dijî biryara Walîtiya Amedê ya qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi gotina; “Em ê bêyî bêzar bibin biqîrin. Jin, jiyan, azadî” bertek nîşan dan.

Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket

- Hejmara 91’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Xweparastin û berxwedan: Têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr dewletê” derket.

Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bertek nîşanî qedexekirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” da û got: “Ev qedexeye, nîşaneya tirsa wan e.”

Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye

Dr. Sonia Achkar diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî zêde jinên li herêma Hîzbullahê dijîn bibandor dibin û wiha got: “Têkoşîneke jinan a li dijî şer heye lê hêza birêxistinkirî qels e.”

Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne

Jinên Êzidî yên ku piştî fermana 74’an xwe bi rêxistin kirin, di avakirina jiyaneke nû de pêşengiyê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî diyar kir ku ji her gel û baweriyan jin di çarçoveya fikra neteweya demokratîk de tên gel hev û jiyaneke nû ava dikin.

< 52 53 54 55 56 > Rupel 54 / 395