Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin

Ji şervanên YPJ’ê Emîra Mihemmed xelkê Ereb e û Sosin Osêv jî jî Ermen e û li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê li ber xwe didin. Her du jinan anî ziman ku ew weke parçeyeke Rêveberiya Xweser li ber xwe didin û xaka xwe diparêzin.

HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin

Meclisa Jinan a HDK’ê pankarta “Dê jinên berxwedêr qedera Rojhilata Navîn diyar bikin” bi Pira Yuzuncu Yilê ya Îskan Evlerî ya Enqereyê ve daliqandin û bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’

Endama Meclisên Jinên Sosyalîst Satiye Ok balkişand şer û pevçûnan da zanîn ku li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye û divê li her derê jin di nav vê rêxistinbûnê de cih bigirin. Endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (MYK) Satiye Ok diyar kir ku HTŞ û SMO ya girêdayî Tirkiyeyê bandoreke neyînî li pêşeroja jin, bawerî, gelan û zarokan dike û bal bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.

Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin

Di encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Biryar hate dayin ku ji bo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn birêz Ocalan çalakî, xwepêşandan û hevdîtinên bên lidarxistin; li dijî qirkirinên jinan li her derê xebatên xweparastinê bên birêxistinkirin û di siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bi rêya akademiyan mezin bikin.”

Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin

- Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji sala 2018’an ve dewleta tirk bi giştî 13 jinên pêşengî ji civakê re dikirin, qetil kir.

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di Konferansa Jinan de axivî û diyar kir klu Şoreşa Rojava şoreşa jinê û enternasyonalîst e û wiha bang li îktîdarê kir: “Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin.”

Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Denîz Erkan a janên welidînê dijiya û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, jiyana xwe ji dest da.

Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir

Di doza qetilkirina Hasret Tutalê de dadgeha herêmî bi hinceta “başhalî”yê cezayê kujer Şervan Gulal daxistibû 25 salan. Ev ceza, ji hêla Dadgeha Herêmê ya Dîlokê ve hate erêkirin.

MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir:  38 rojnameger hatin darizandin
MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin

MKG’ê rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. MKG’ê diyar kir ku derheqê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, derheqê 7’an de doz hate verkirin, 38 rojnameger hatin darizandin û li 7 rojnamegeran bi giştî 2 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.

Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da

Dîlan Durmuş a ducanî ku ji bo welidînê rakirin nexweşxaneya Elkê, bi hinceta “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin. Dîlan Durmuş a ku zarokê wê li nexweşxaneyê bû, ji ber ku xwîn ji hundirê wê çû jiyana xwe ji dest da.

Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin

Li Amedê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de “Atolyeya Xweparastinê” de hatibû destpêkirin û di atolyeyê de jin tên perwerdekirin ku bikarin xwe ji tundiyê biparêzin.

Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê vekir. Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got ku xeyala Nagihan Akarsel li Wanê bi cih hatiye.

Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin

Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî di atolyeya şerê taybet a li bajarokê Bulamê de axivî û bal kişand ser xwebirêxistinkirina li dijî şerê taybet.

Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin

Şaredariya Peyasê dê "Pirtûkxaneya Berhemên Jinan" veke. Ji koordînatorên projeya ku ji aliyê Midûriyeta Jinan ve tê meşandin Gunay Yakût diyar kir ku dîroka jinê ya nivîskî tune ye û got ku armanca wan ew e ku dîroka jinê berbiçav bikin.

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya ji hêla JINNEWS’ê ve hatiye amadekirin, herî kêm 31 jin hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

< 50 51 52 53 54 > Rupel 52 / 395