Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
Dayikên Aştiyê yên li ser sînor li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan, destnîşan kirin ku şer û pevçûn ne çareserî ye û gotin, "êdî bes e."
Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin ku divê nîqaşên têkildarî çareseriyê jidil bin û li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin.
Dayikên Aştiyê: Wê çete li ber felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' têk biçin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan gotin: "Wê wekî berê li ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' têk biçin."
Jinan guh neda astengiyan, xeleka jiyanê çêkirin û meşiyan
Jin li dijî êrişên Tirkiyeyên yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mêrdînê hatin ba hev û tevî hemû astengiyan jî xeleka jiyanê ava kirin û meşiyan.
Doza Ayşegul A. ku bi tiryak û fihûşê bûbû rojev hate taloqkirin
Danişîna duyemîn a doza Ayşegul A. ku li Colemêrgê bi fihûş û tiryakê bûbû rojev, hat lidarxistin û bi hinceta xisûsên kêm hate taloqkirin.
Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê ya meha mijdarê, 32 jin hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
Kongra Star diyar kir ku armanca êrişên komên paramîlîter ên li dijî herêmê, destkeftiyên şoreşa jinê ye û wiha got: “Divê bi baweriya jiyaneke birûmet û azad em têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
Jinên ku li Afganistanê ji ber qedexeya kar neçarî parsekiyê hatine kirin, li navendên binçavkirinê bi darê zorê tên xebitandin û îşkence û destdirêjî lê tê kirin.
Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
Li Herêma Federe ya Kurdistanê 120 jinan ji bo sekinandina biryara darvekirina Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî bang li rayedaran kirin.
Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
Perwerdekara wêneyan Fatma Zozan Bor ku di pêşangeha 25'ê Mijdarê ya li Tetwanê hat vekirin de hat binçavkirin, diyar kir ku li midûriyeta polîsan rastî taciza fizîkî û devkî hatiye û got: "Wêneyên min hê jî di binçavan de ne."
'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
Ji Yekitiya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkûtanê, got: "Divê em têkoşîna li dijî qeyûman berfirehtir bikin." Ji Meclisên Jinên Sosyalîst Dîlara Kalpakê jî banga têkoşîna yekbûyî kir.
Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
Ji xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê Siyajîn Bûrûntekînê diyar kir ku xebatên xwe bi feraseta şaredarîvaniyeke li ser esasê jinê dimeşînin û got ku di warê serwextkirina civakî û hiqûqî de hewl didin qadên jiyanê biafirînin.
Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
Sekretera Giştî ya BastA'yê Franzîska Stîerê diyar kir ku tayînkirina qeyûman parçeyek ji zilma li ser gelê kurd e û wê li Wanê têkoşîna li dijî vê bi çavên xwe dîtiye.
Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
Bi hezaran jinên li Karakoyê hatin gel hev bi dirûşmeya "jin jiyan azadî" li dijî tundiya mêr dengê xwe bilind bikin. Jinan li dijî qeyûman, li dijî pêkanînên li hember jinan û polîtîkayên şer peyama bilindkirina piştevaniyê dan.
Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa li Amedê çarçoveya 25’ê Mijdarê d epêk hat axivî û got: “Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘jin jiyan azadiye’. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinan e.”