Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de tên bibîranîn.
Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
Aktivîsta TJA'yê Aynûr Saricayê diyar kir ku der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de raya giştî bi şaş hatiye agahdarkirin û got ku ew ê dest ji pirsa "Çi hat serê Rojînê?" bernedin. Rêvebera Komeleya Jinan a Starê Meryema Aslanê jî got: "Dosyaya ku hê jî nehatiye zelalkirin ji bo dewletê şerm e."
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Rihayê bîranîn hat lidarxistin.
‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
Eren Keskînê diyar kir ku Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin yek ji jinên herî bibandor bû û wiha got: “Her tim behsa aştiyê û têkoşîna aştiyê dikir. Ez ji fikr û têkoşîna wê ya ji bo mafên jinan û li dijî desthilatdariya mêr gelekî bandor bûm."
TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
TJA’yê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar, Pakîze Nayir, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di meha Çileyê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn. Lê pirsên wekî cenaze çend roj di avê de ma, destwerdanek ji derve hatiye kirin, şopên derbeyê yên li ser laşê wê ji ber çi bûne û DNA'ya mêr a ku hatiye tespîtkirin aîdî kê ye, hîna bê bersiv in. Midûra wargehê ku di navenda îdiayan de cih digire, li ser mijarê bêdeng ma.
Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku meş li dar xistin.
‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî Gulistan Doku peyamek parvekir û got: “Heke edalet pêk bihata dê îro Rojîn û Narîn bijiyan.”
Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
Malbata Rojîn Kabaîşê bertek nîşanî îdiaya “întîharê” da û bal kişand ser nakokiyên di dosyayê de. Malbatê, hevala Rojînê ya odeyê û rayedarên wargehê ji mirina wê berpirsyar dît û ev îdiaye kir: “Piştî qetilkirinê avêtine avê.”
Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
Hejmara 97’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Jiyana me her tim şer bû” derket.
Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
Di daxuyaniya li Amedê ya têkildarî mirina biguman a Rojîn Kabaîşê de, pirsa "Çi bi Rojîn Kabaîşê hat" kirin.
Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
Jinên siyasetmedar Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di qedexeyên derketina dervê ya Silopiyayê de hatibûn qetilkirin di 9’emîn salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Li navçeya Silopiyayê 3 jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin hatin bîranîn. Di bîranînê de soza mezinkirina têkoşîna jinan hat dayîn.
KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê; di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatin qetilkirin û herî kêm 259 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê û diyar kir ku ji bo girtin û cezakirina berpirsyaran dê têbikoşin. Her wiha DAKAP çû serdana Yezda Akgul a hatibû qetilkirin.