Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn li Beyrûdê dest pê kir
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a 2'yemîn bi dirûşma "Bi yekîtiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin" li paytext Beyrûdê dest pê kir.
Serap Avci ya îşkence lê hat kirin: Dengê min bibihîzin
Serap Avci ya ku ji aliyê zilamê hev berdabûn ve bi saetan tundî û îşkence lê hat kirin, bi vîdeoyekê tiştên jiyan vegot û alîkarî xwest.
CFWIJ’ê li dijî tundiya polisan kampanya îmzeyan da destpêkirin
CFWIJ, li dijî tundî û zexta polisan a dema kar a li ser rojnamegerên jin kampanya îmzeyan da destpêkirin.
Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin
Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê Gulşen Ozer, anî ziman ku wan li dijî xerabiya birêxistinkirî meclîs ava kiriye û dê li hemberî êrişan bi piranî xebatên ji bo xweparastinê bikin.
Li zozanên Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê
Jinan bi pêşengiya TJA'yê li zozanên Mêrgên Sotî yên navçeya Elkê bal kişandin ser tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê.
Çîrokek têkoşînê
Parêzer Gulnîhal Agirer a ku hevjînê wê yê hev berdabûn zaroka wê qetil kir û xwest bi vî awayî wê sûcdar nîşan bide û ceza bike, diyar kir ku ew bi hevgirtin û têkoşîna jinan li ser piyan ma.
Li Edliyeya Wanê tahde li dê û keçê kirin
Rabîa Behçet û dayika wê Nesîbe Siginç ku li Edliyeya Wanê polîsan li wan xist, giliyê polîsan kirin.
Jin gundê Vakifliyê pêş ve dibin
Li gundê ermeniyan Vakifliyê jinên di kooperatîfê de dixebitin, hem çanda xwe diparêzin hem jî azadiya xwe ya aborî bi dest dixin.
Jinek din jî ji aliyê çawişê pispor ve hat kuştin
Çawişê pispor Haci Y. hevjîna xwe Aysel Yaşar bi sîlehê kuşt.
Jiyaneke li dû azadiyê
Nav û rabirdûya xwe ji yên ku li ber xwe didin girt. Dema ku bi navê berxwedana Denîz Gezmîş ku wî nedîtiye dijiya, cesareta xwe jî, ji Rahşan Demîrel girtibû.
'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, destnîşan kir ku bi şertê "delîlên berbiçav" dê beyana jinan û zarokan esas neyê girtin û dê pakêta darazê ya 4'an kiryarên destdirêjiyê biparêze.
Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
Jinên çewligî anîn ziman ku betalkirina Peymana Stenbolê rê li ber qirkirina jinan vekiriye û kesên peymanê betal kirine, hişmendiya jinê ya derketiye holê nabînin.
Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
Meclîsa Jina a HDP'a Amedê bi dirûşmeya "Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe ragihand.
'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
Endama Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku di dema îqtidara AKP'ê de tehdeya li ser jinan zêde bûye, lê dîsa jî jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê bûne mînak.
Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
Ozkan Yarbî, bi çekê Hatûn Koç birîndar kiribû. Ji ber vê Koç, seqet bûbû. Dadgehê 10 sal ceza li Yarbî birî. Parêzeran, anî ziman ku cezayê hatiye birîn hindik e û dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.