Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha hezîranê de 18 jin hatin kuştin û 20 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Jinan a HDP'ê li Herêma Marmarayê kampanya xwe didomîne
Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya xwe ya "Ji xizaniya jinan re na" hevdîtina xwe ya Herêma Marmarayê da destpêkirin. Şandeya HDP'ê bi Platforma Jinan a Bursayê re hat gel hev. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan di hevdîtinê de axivî û got: "Îqtidara AKP'ê gûmanbarê her sûcê ku li hemberî jin û zarokan tê kirinê ye."
Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin.
1’ê Tîrmehê dîroka berxwedana jinan e
Li Taksîma ku dengê berxwedanê deng vedida, jinan ne Biryarnameya Serokkomariyê ne jî barîkatên polîsan nas kirin. 1’ê Tîrmehê ne weke dîroka ku Peymana Stenbolê hatiye rakirin, weke dîroka berxwedan û hêrsê, derbasî qeydan bû.
'Me çawa barîkat derbas kirin, em ê wiha jî Peymana Stenbolê pêk bînin'
Jinan ku barîkat derbas kirin û xwe gihandina Karakoyê, rê li çûnhatinê girtin. Jinan got: "Me çawa barîkatên li van kuçeyan derbas kir, em ê bi heman awayî jî Peymana Stenbolê pêk bînin."
Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin
Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, barîkatên polîsan derbas kirin û li Kolana Îstiklalê meşiyan. Di rageşiya rû da de, jinan dest danîn ser mertal û kaskên polîsan.
Li Wanê metna îmzeyê ya ji bo Peymana Stenbolê hat deklerekirin
Komeleya Jinê ya Starê, metna îmzeyê ya derbarê fesixkirin û betalkirina Peymana Stenbolê de ku di 22'yê Hezîranê de tevî rêxistinên jinan ên herêmê amade kiribû, daxuyand. 129 saziyên rêxistina sivîl ên herêmê îmze danîn bin metnê.
Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin
Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, tevî hemû mudaxileyên polîsan jî ber bi Komeleya Îstiklalê ve meşiyan. Jinan nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina Peymana Stenbolê anîn ziman û bertek nîşan dan.
Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan
Li Îzmîrê jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan. Polîsan mudaxileyî jinan kir. Jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bersiv dan polîsan.
Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû
Danişîna doza tazmînatê ku li xûça Aygul Dokû hat vekirin taloq bû û di meşa ku malbatê ber bi Ordûyê ve da destpêkirin de dayik Bedriye Dokû ji ser hişê xwe ve çû.
Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn
Tevgera Jinên Azad li navçeya Cizîrê Zeynep Kinaci bi bîr anî.
Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin
Jinên ku li dijî rabûna ji meriyetê ya Peymana Stenbolê daketin kolanan careke din gotin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.
Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû
Peymana Stenbolê ku bi armanca tundiya li ser jinê û nava malê asteng bike hatibû îmzekirin, ji meriyetê hat rakirin.
HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya
Piştî CHP û ÎYÎ Partiyê HDP jî biryara vekişîna ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan da.
Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş'
Ji bo zilamê ku li Îskenderûnê tundî li hevjîn xwe dikir, ligel ku beşdarî danişînê nebû jî, daxistana “rewşa baş” hat sepandin.