Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
Li gundê Kerran ê bi ser navçeya Kanîreşê ve Kader Yaprak bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Yaprak bi çeka cerdevanan dawî li jiyana xwe aniye.
Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
Dadgeha Bilind, biryara dadgeha herêmî ya derbarê malbata Cemal Metîn Avci yê Pinar Gultekîn qetil kiribû ya “Cihê ku malbata faîl were darizandin nîne” xera kir.
Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê dikin
Jinên li Hala Zebze û Fêkiyan a Tarsûsê dixebitin, diyar kirin ku ew û karkerên mêr heman karî dikin, lê belê heqdesta wan ne wekhev e. Karkerên jin doza heqdesteke wekhev û sîgorteyê kirin.
Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin
Li Efrîna ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştevaniya wan dike de di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin, 200 jin hatin revandin û tecawizî 70 jinan hat kirin.
Posterê Denîz Poyraz li sûrên Kadîfekaleyê ye
Posterê Denîz Poyraz a li avahiya HDP'a Îzmîrê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin li sûrên Kadîfekaleyê hatin daliqandin.
Danişîna cînayeta Kok hat taloqkirin
Danişîna 2’yemîn a doza derbarê Marûf Kok ê Dîlan Kok li Îdirê kuştibû de hatibû vekirin, hat taloqkirin.
Heger xaniyek wê çênebe dê negihê zarokên xwe
Zennûre Çelîk, serî li ber tahdeyê netewandiye û bi dû re dev ji hevjînê xwe berdaye. Çelîk, ji bo debara xwe bike êvarî xurdeyan berhev dike û bi roj jî li parkan çay û simîtan difiroşe. Lê heger xaniyekî wê çênebe, dê nikaribe zarokên xwe bîne cem xwe.
Li Çewlikê hevdîtina jinan: Bi perspektîfa Ocalan pêşiya jinan vebû
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku bi jinên çewlîkî re hat gelhev bi bîr xist ku bi têkoşîna jina kurd DAÎŞ têk çûye û wiha got: “Bi perspektîfa birêz Ocalan pêşiya jinan û civakê vebû.”
Jinên Dersîmî ji bo ‘Volga Sorgû’ daxuyanî dan
Jinên Dersîmî, bertek nîşanî vexwendina bernameya “Veyvê Kitavu-5” ya lîstikvanê sînemayê Volga Sorgû ku bi gefên mirinê, şantaş û tundiya ser jinan hat rojevê da.
TTB’ê û odeyên bijîşkan destûra 8’ê Adarê derxist
Jinên li TTB’ê û odeyên bijîşkan dixebitin wê di rojên 8’ê Adarê de êdî bi destûr bin.
Başaran: Wê jin jiyana nû bi hev re ava bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinê re Na” li navçeya Herekeyê bi jinan re hat gelhev û wiha got: “Tu sozên ku ev desthilat ji me re bide nema. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”
Li gorî daneyên Jinnewsê di meha Hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin
Li gorî daneyên ku her meh Jinnews berhev dike, di meha hezîranê de 26 jin hatine qetilkirin û 17 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Parêzer Koçak: Betalkirina peymanê pirsgirêkeke rejîmê ye
Parêzer Yelda Koçak, anî ziman ku devjêberdana ji Peymana Stenbolê, pêşî li ber devjêberdana ji peymanên navneteweyî yên din jî vekiriye û got: "Bi awayekî bêusûl devjêberdana ji peymanê, bes ne rojev û têkoşîna tevgera jinê ye. Ev pirsgirêkeke rejîmê ye."
Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest!
Jinên ku li Taksîmê li hev kom bûn û careke din destnîşan kirin ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin, ji Serokkomar re jî gotin: "Tayyipp te ev kuçeyên biçirûsk bijartin!"
Li Hezexê çalakiya ji bo Peymana Stenbolê
Li Hezexê jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê çalakiyek li dar xist û gotin: "Em ê heta dawiyê li qadan bin."