15 mêr û jinek beşdarî civîna 'jinan' a qeymeqamtiya navçeyê bûn
15 mêr û jinek beşdarî civîna Qeymeqamtiya Nisêbînê ya bi navê “Nirxandin, Şopandin û Koordînasyona Navçeyê ya Têkoşîna Bi Tundiya li ser Jinê re” bûn.
Bi hinceta ‘betlaneya cejnê’ piştî 6 rojan serlêdana dayika keça wê hat revandin girtin
Şakîre K. a ku keça wê ya 17 salî di nava kolanê de hat revandin, ji bo ku gilî bike çû qereqolê, lê bi hinceta “betlaneya cejnê” piştî 6 rojan serlêdana wê hat girtin. Şakîre K., 26 rojin li bendêye ku keça wê bê dîtin.
Fatma Unsal: Divê jin li dijî polîtîkayên ku ol ji bo amûrên xwe bi kar tîne, derkevin
Aktivîsta Mafên Jinan Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku di serî de jinên mihafizeker û bi giştî hemû jin divê li dijî polîtîkayên îslamofobî û yên ku ol weke amûrekê bi kar tînin hatine û dijberî jinan e, rabin.
'Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di atolyeya "Di têkoşîna jinê de rola rêveberiyên herêmî" de axivî û got: "Ji ber ku me daxwaza hevserokatiyê kir, doz li me hatin vekirin."
Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt
Hat hînbûn ku Reyhan A. ku bi awayekî biguman li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû di îfadeya xwe ya daye qereqolê de wiha gotiye “Heke tiştek bê serê min S.Ç, malbata S.Ç, dayika min û birayên min berpirsyar in.”
Ji RTUK’ê cezaye ‘Newekheviya zayendiya civakî'
RTUK'ê bi hinceta ku "Newekeviya zayendiya civakî" kiriye û gotinên "biçûkxistina ku cihêkariya li dijî jinê xwedî dike" bi kar aniye ceza li rêzefîlmek û qenala ku rêzefîlmê weşandiye birî.
Sevîmlî: Pasîfbûna darazê qirkirina cinsî gur dike
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, anî ziman ku pasîfbûna di darazê de qirkirina cinsî gur dike û mêrê ku tahdeyê dike hêzê ji darazê digire.
Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn
Waliyê Şirnexê, "Plana Koordînasyona Tekoşîna bi Tundiya li ser Jinê re" bi zilaman re nirxand û biryaran girt.
Li dijî komkujiyên jinan derketin kolanan: Em jiyanê ronî bikin
Jinên TJA'yî, diyar kir ku komkujiyên jinan encama polîtîkayên bêcezahiştinê ne û ev tişt gotin: "Jiyan ku hûn hewl didin tarî bikin em ê bi têkoşîna jinan ronî bikin, wê jin qezenc bikin."
Li Antalyayê 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Kumluca Alî Alataş, Gulcan Kilinç a hev berdabûn û dayika wê Gulîzar Kilinç qetil kirin.
Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin
Meclîsa Jinan a HDP'ê, li navçeya Qoserê, guhdarî pirsgirêkên jinên karkerên çandiniyê kirin, bi wan re tevrik kirin û giya kom kirin.
Kaplan a hatibû tecawîzkirin, întîhar kir
Eda Nûr Kaplan a li Enqerê dijiya, ji ber ku 2 zilamên tecawîzê wê kiribûn serbest hatin berdan, întîhar kir.
Li Kadikoyê jinek bi awayekê bi şik birîndar bû
Zuleyha B. a li Kadikoyê dijiya, bi awayekê bi şik ket valehiya apartmana lê dijiya û bi giranî birîndar bû.
Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e
Berdevka RJAK’ê Soma Ferhed, binçavkirina endamên me yên beşdarî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Şengalê bûn, êrişa li dijî têkoşîna jinan e.