Hiqûqzan: Berpirsiyarê kuştina Dîlara îqtidara siyasî ye
Hiqûqzanan diyar kir ku ji kuştina parêzer Dîlara Yildiz îqtidara siyasî berpirsiyar e û wiha gotin: “Şirîkî vî sûcî ew kesên ku ser cînayetên jinan digirin e. Destê hemûyan di qetilkirina Dîlara de heye.”
Li Wanê mirina biguman a jinekê
Li navçeya Rêya Armûşê jina bi navê Perîşan Kûran, li mala ku lê dijiya mirî hat dîtin.
Malbata Doku 11 roj in li pêş edliyeyê ye
Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ya li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike.
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Semra Guzel ne bi tenê ye
Meclîsa Jinan a HDP'ê, bertek nîşanî hedefnîşandana parlementer Semra Guzel da û wiha got: “Ne fezlekeyên we ne lêpirsînên we ne jî zextên we, wê Semrayê ji têkoşînê dûr bixin.”
Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Toroslarê jina bi navê Raziye Oskay, di encama êrişê de hat qetilkirin.
Li Rihayê mirina biguman a jinekê
Jina bi navê Yasmîn Azîz li navçeya Halîliyeyê, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
Di rapora MKGP'ê têkildarî rojnamevanên jin amade kir de, hat diyarkirin ku 6 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne, doz li 13 rojnamevanên jin hat vekirin û li 12 rojnamevanên jin jî 17 sal cezayê hefsê hat birîn.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, her şeş jinên şoreşger ên kurd Cansiz, Dogan, Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin û Demîr, Ûyar û Nayirên li navçeya Silopiyayê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: “Em ê wek jinên kurd têkoşîna wan her tim bidomînin û serî li ber serdestan netewînin.”
Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
Her sê jinên ku li Parîsê hatin kuştin, li bajarên xwe û gelek bajarên din hatin bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku li ser gora Fîdan Dogan axivî, got ku faîl ne ne dûr in li Enqerê ne.
Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di bîranîna Sakîne Cansiz de diyar kir ku wê jin ji faîlan hesap bipirsin û ev tişt got: "Têkoşîna Sakîne ku li Girtîgeha Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran serî rakiribû niha li her çar aliyê dinyayê ye."
Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulistan Doku ya li ber Edliyeya Dersimê di roja 8’an de berdewam kir.
‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
Xalê Sakîne Cansiz, Huseyîn Yildirim bi lêv kir ku fikrên Cansiz û hevalên wê şoreş ava kirin û wiha got: “Em li van nirxên ku Sakîne û rêhevalên wê afirandine, xwedî derkevin.”
Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
Jiyan Tosûn a parêzera Garîbe Gezerê, bal kişand ser giliya wan a bi biryara neşopandinê bi dawî bû û destnîşan kir ku Girtîgeha Kandirayê ser sûc dinixumîne.
Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku faîlên 6 jinan li Parîs û û Silopiyayê kuştin li Enqerê ne û destnîşan kir ku bi komkujiya nasnameya jinê hedef hatiye girtin.
Daxistina "reftera qenc" dan faîlê ku Berîvan Bayram kuşt
Di doza Ridvan Bayram ku Berîvan Bayram kuştibû de Daxistina "reftera qenc" hat pêkanîn.