Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
Hevpeyvînek ku beriya 10 salan bi Sakîna Cansiz ku li Parîsê hatibû kuştin re hatibû kirin cara yekemîn hat weşandin. Cansiz, balê dikişîne ser rewşa jinên Îranê û ev tişt dibêje: "Ji bilî bîrdoziya azadiyê dostên jinan tune ne."
Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
Di doznameya derbarê Serkan Ozgun ku jina êzidî Baran Hasan Rasho li Midyadê kuştibû de derket holê ku parastina "sorkirinê" ya faîl derew e.
Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
Behiye Nayir ku têkoşîna keça xwe Pakîze Nayir vegot, diyar kir ku piştî kuştina keça xwe tekoşîna wê dewr girtiye û ev tişt got: "Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye." Hevalên Pakîze jî destnîşan kirin ku piştî kuştina wê gelek kesan daye ser rêya wê û tevlî xebatên partiye bûne.
Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
Li navçeya Nisêbînê, jina bi navê Safiye Ok ku hat angaştkirin întihar kiriye, bi awayekî biguman jinaya xwe ji dest daye.
Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan a li Wanê bi jinan re hat gelhev, diyar kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li welat tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: "Heta ku deriyên Îmraliyê nevebin, aştî pêk nayê, qeyrana aborî çareser nabe û demokrasî û edalet nayê vî welatî."
Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku avakirina xwe ragihand, xwestin tecrîd were bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan.
'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
Kesên hevaltiya Fatma Ûyarê kirine, salên wê yên ewil ên di nava têkoşînê de bibîr xistin û gotin: "Zarok bû, biçûçik bû, lê bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire bihêz û wêrek bû."
Li Aydinê mirina biguman a jinekê
Bîrgul Ozkan a li navçeya Karpûzlû dijiya, li mala ku lê dijî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
TJA’yê di peyama ku bi 4 zimanan weşand de li dijî serweriya zilam a tê ferzkirin, sala nû li gel û li jinên li ber xwe didin pîroz kir .
Jinan rojbûna Denîz Poyraz pîroz kirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Îzmîrê, 39’emîn rojbûna Denîz Poyraz li ser gora wê pîroz kir.
Lîstikvana îranî ya bi Metooyê dengê xwe ragihand: Hê em ê gelek tiştan ji rojavayê hîn bibin
Lîstikvan Shaghayegh Noroûzî ku ji ber gefên bi destdirêjiyê lê dihatin xwarin ji Îranê koçî Spanyayê kir û bi Tevgera Metooyê hatiye naskirin, Şoreşa Rojavayê ya jê re bûye îlham bi van gotinan pênase kir: "Serketina têkoşîna jinê."
Girtiya ku bû şahidê mirina Gezer dest bi greva birçîbûnê kir
Hevala Garîbe Gezer a girtîgehê Denîz Tepelî ku bûbû şahidê mirina Gezer, ji ber ku giliya wî nayê qebûlkirin û weke şahid nayê guhdarkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Faîlê tecawizê yê biunîforma dîsa hat berdan
Jina ku li Mêrdînê rastî tecawiza çawişê pispor Omer Ayas û Muhammet Toprak hat, bi piştgiriya baroyê giliyê wan kir. Her du zilamên ku di îfadeyên xwe de “rizabûn” parastine, dê negirtî bên darizandin.
Jinên girtî hişyarî dan girtîgehê
Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan 4 girtiyan bi armanca hişyariyê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û girtiyan diyar kiriye heke dawî li bêhiqûqiyê li ser wan were dê çalakiya xwe bi dawî bikin.
Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye
Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku mirinen li girtîgehan weke "komkujî" pênase kir, got ku berpirsên komkujiya li girtîgehan desthilata AKP-MHP'ê ye û girtîgeh bûne malên mirinê.