Yekemîn danişîna doza kujerê jina êzidî Rasho hat dîtin
Serkan Ozgun ku jina êzidî Baran Hasan Rasho kuştibû, xwe bi "tehrîkê" parast û angaşt kir ku nexweşê şîzofrenê ye. Heyeta dadgehê biryar da ku telefona Rasho bê lêkolînkirin û danişînê taloq kir.
Dayika di Nobeda Edaletê de: Zarokên me bi tecrîdê dikujin
Rabîa Ataş ku ji bo keça xwe ya nexweş a girtî di Nobeda Edaletê de ye got: "Kujerên jinan berdidin, lê kesên doza zimanê xwe û çanda xwe dikin mehkûmî mirinê dikin. Zarokên me bi tecrîdê dikujin."
Jin tên kuştin: Faîl xizmên wan in
Li Amedê jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Li Enqerê jina ku hat gotin "întihar kiriye" derket holê ku hatiye kuştin. Li Mersînê jî êriş li zarokekê hat kirin.
23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
Dayika Aştiyê Besna Gunay, 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê. Gunay ku hewl dide bibe dengê girtiyan, diyar kir ku dê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo kurê xwe yê ku li Girtîgeha Bûcayê di greva birçîbûnê de ye û girtiyên din bang kir.
Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
Semra Gumuşlu ku her roj tevî keça xwe ya 5 salî tevli Nobeda Edaletê dibe, got: "Divê her kes xwedî li vê nobedê derkeve. Ger em bibin yek dê edalet pêk bê."
Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî hedefnîşandana siyasetmedar, hunermend û rojnamegerên jin dan û wiha gotin: “Em ê piştevaniya xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezintir bikin û tu carî dev ji gotina jin bi hev re bihêztirin bernedin.”
Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
Cenazeyê Hayriye Ûlûsoy a ku ji 18'ê çilêyê ve winda ye, di gola bendavê de hat dîtin.
Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
Di danişîna 9’emîn a doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê hat xwendin. Di raporê de hat diyarkirin ku Gultekîn beriya canê xwe ji dest bide, hatiye şewitandin.
Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
Platforma Jinan a Îzmîrê beriya doza Denîz Poyraz li pêşiya dadgehê bang kir. Jinan got ku heta kesên hedef nîşan dayîn û rê li ber qirkirinê vekirîn tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî kujeran serî netewînin.
Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
Li navçeya Edremîtê, zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran jê cuda dijiya kuşt.
Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin
Faîl Ogûzhan Kahraman ku li navçeya Înegolê hewlda xwişka xwe Îrem û hevjîna xwe Mîne Kahraman bikuje hat girtin.
Platforma Jinan a Semsurê: Jin nayên parastin
Platforma Jinan a Semsûrê bal kişand ser kuştinên jinan û wiha got: “Hemû jinên hatine qetilkirin ji ber polîtîkayên ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’ê pêk neanîne di nava me de nînin.”
Ayşe Gokkan ji tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê re name şand
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, ji bo girtiyên nexweş ên giran Semîre Dîrekçî, Gullî Kara û Zekiye Tekîn ji tevgerên jinan re name şand.
Jina herî ciwan li dora cîhanê firiya
Pîlota ciwan Zara Rûtherford, piştî têkoşîna ji pênc mehan bû jin a herî ciwan ku bi tena serê xwe li derdora cîhanê firiya.