Jinan ji bo Tûglûk kampanya îmzeyan da destpêkirin
Ji welatên cuda jinan ji bo balê bikişînin ser rewşa Aysel Tûglûk bi sernavê "Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin" kampanya îmzeyan dan destpêkirin.
Li Denîzliyê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Pamûkkaleyê Cafer Gulkaya, hevjîna xwe Safiye Gulkaya bi çekê qetil kir. Faîl, hat binçavkirin.
Li Rihayê 6 jinên kurd ên siyasetmedar hatin bibîranîn
Li Rihayê bi pêşengiya TJA'yê 6 jinên kurd ên siyasetmedar li Rihayê hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ku hat dayin wiha hat gotin:"Em ê heta dawiyê hesabên van komkujiyana bipirsin. Bi hêza em ji wan digirin em ê ala wan a serhildanê hilgirin."
Şerê azadiyê yê bêdawî
Şerê azadiyê yê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ku wekî mîrate hiştin, hê jî didome.
Malbata Dokû bang kir: Gulistanê bibînin
Malbata Gulistan Dokû ku 2 sal in agahî jê nayên girtin, ji Pira Dînar ku Dokû herî dawî lê hatibû dîtin banga “Gulistanê bibînin” kir.
Jin ji bo Gulistan di kolanan de ne: 2 hezar sal jî derbas bin em dest jê bernadin
Jinên ku aqûbeta Gulistan Dokû ya beriya 2 salan li Dersimê winda bû, pirsîn wiha gotin: “Ne 2 sal 2 hezar sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin.”
Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê ya 2021’an, 6 jê bi awayekî biguman, 25 jin hatin qetilkirin. Di nava sala 2021’an de jî 181 jê bi awayekî biguman, 311 jin hatin qetilkirin.
Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
Siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîs û Silopiyayê hatibûn qetilkirin li Mêrdînê hatin bibîranîn.
Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
Ozlem Çakir ku li Silopiyayê mamoste bû, bi awayekî biguman mirî hat dîtin.
Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
Hemşîre Fatma Çambel, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin.
6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku di dosyaya lêpirsînê ya ku 3 siyasetmedarên jin ên kurd li navçeya Silopiyayê hatin qetilkirin de di nava 6 salan de kesek bi tenê jî nehatiye darizandin û dosya rakirine rafan.
Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
Siyajîn Bûrûntekîn, şagirta Sêvê Demîr, diyar kir ku bi Sêvê Demîr nasnameya jinê nas kiriye û got: "Her ku ez diwestiyam û min digot bes e, heval Sêvê dihat bîra min û wê demê min digot, na ne bes e."
Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
Malbata Gulistan Dokû ku 2 sal in tu xeberê ji keça xwe nagire û 4 roj in li ber Edliyeya Dersimê nobedê digire, dixwaze sergumanbar Zaynal Abarakov bê darizandin û aqûbeta keça wan bê eşkerekirin.
Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li Mêrsînê avakirina xwe ragihand, bal kişand ser bêhiqûqiyên zêde dibin û xwest tecrîd were bi dawî kirin.