Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
Hejmara 37’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Heke em şer ne lêpirsîn nikarin xizantiyê çareser bikin” hate weşandin.
Ji jinên girtî name: Em bi tecrîda girankirî re rûbirû mane
Jinên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne nameyek şandin û diyar kirin ku ew bi tecrîdek girankirî re rûbirû ne, di hevdîtinên vekirî de bi lêgerîna hundirê pêlavan re rûbirû mane û lêpirsînên disiplîn ên kêfî berdewam dikin.
'Barzanî nayê efûkirin'
Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê re dan, gotin: "Tiştên Barzanî dike nayên efûkirin. Tavilê divê dev ji van tiştan berde."
Dozgerê Şûreya Dewletê xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin
Dozgerê Şûreya Dewletê di Doza Peymana Stenbolê de xwest ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê were betalkirin. Dadgehê da zanîn ku dê di demên piştre de biryara xwe bi nivîskî ragihîne û danişîn bi dawî kir.
Jinan giliya 'mobînga' qeyûm kir
DAKAP'ê, têkildarî mobînga Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li dijî jinan daxuyanî da û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliya mijarê kirin.
Doza Peymana Stenbolê: Rayeya serokkomar ya betalkirina peymanê nîne
Parêzeran di danişîna Şûraya Dewletê ya derbarê dozên li dijî betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê de axivîn û diyar kirin ku ew mafên xwe yên jiyanî diparêzin û destnîşan kirin ku rayeya Serokkomar a betalkirina peymanê nîne.
Mirina ku bi aşkerayî dihat: Kê Bêrîvan Alturk qetil kir?
Kujer Metîn Şengil li gel ku biryara dûrxistinê hebû jî Bêrîvan Alturk qetil kir û beriya doza hevberdanê jî gefa kuştinê li parêzerê Alturk xwar. Her wiha hat zanîn ku kujer Şengil di dema pêvajoya hevberdanê de gef li şandeya dadgehê jî xwariye.
Doza Peymana Stenbolê dest pê kir
Danişîna dozên ku bi daxwaza betalkirina fesixkirina Peymana Stenbolê hatibû vekirin, dest pê kir. Gelek jinan negirtin hundir.
Jinên ku tev li sifreya edaletê bûn: Qêrîna Emîne Şenyaşar bibîhizin
Jinên pêkhateya Platforma Jinan a Rihayê ku bûn mêvanên Sifreya Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê danî, peyama “Bila qêrîna Emîne Şenyaşar a edaletê bê bihîstin, di zûtirîn demê de daxwazên malbatê bên guhdarkirin û kesên di komkujiyê de cih girtine bên cezakirin” dan.
Li Silopiyayê lîstika 'Dansa Drama ya Bisih' hate lîstin
Di lîstika "Dansa Drama ya Bisih" de ku Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê amade kir, bal kişandin ser têkoşîna jinan.
Doza Fatma Altinmakas hate taloqkirin
Doza Kazim Altinmakas ê Fatma Altinmakas qetil kir hate taloqkirin. Di bûyerê de parêzeran xwest ku kesê pê daye kirin Sînan Altinmakas û malbata wî jî bên darizandin.
'Destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin'
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê Yasemîn Uçer, diyar kir ku destkeftiyên kurdan li Tirkiyeyê trawma çêdikin û wiha got: "Trawma, weke polîtîkaya tundî û şer a dewletê li kurdan vedigere."
Metîn Şengîl ê ku hevjîna xwe ya berda bû qetil kir hate girtin
Zilamê bi navê Metîn Şengîl li navçeya Qileban a Şirnexê hevjîna xwe Bêrîvan Alturk ku berda bû, qetil kir. Şengîl hate girtin û şandin girtîgehê.
Talîban jinên ku revandin di berdêla tapo de berda
Jineke afganistanî ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû revandin û di berdêla tapoyê mala xwe de hat berdan û neçar maye ji welat derkeve û ji ber ewlehiyê em naxwazin navê wê bidin, diyar kir ku Talîban niha hewl dide li dijî hazarayên li welat qirkirin pêk bîne.
Pêşmergeya jin Geşaw ku bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan: Ez amade me şer bikim
Endama Meclîsa Bilind a Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm bertek nîşanî êrişên AKP'ê û PDK'ê dan û got: "Ez amade me li dijî rejîma faşîst şer bikim."