Li Girtîgeha Bakirkoyê girtî hatin derbkirin
Girtiya nexweşa giran Tenzîle Acar a li Girtîgeha Bakirkoyê tê ragirtin, di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re kiriye de bi lêv kir ku bi ser qawişên wan de girtine û ew derbkirine.
Jina îranî ya cezayê darvekirinê lê hatiye birîn: Em ê têkoşînê xurttir bikin
Y.H. ku gelek caran li ber rejîma Îranê rabûye û ji ber vê gelek caran hatiye îşkencekirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, anî ziman ku tiştên li welatên wê diqewimin şoreşa jinê ye û got ku êdî divê hemû cîhan li ber vê rejîmê rabe.
Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Ş.Ç. a 55 salî li navçeya Bêgirî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Îpek: Berîtan, li dijî xeta îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e
Aktîvîsta TJA’yê Seyrî Îpek diyar kir ku Gulnaz Karataş a bi çalakiya xwe ya li dijî bangên “teslîm bibe” yên pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê yên di sala 1992’yan de hevkariya Tirkiyeyê kirin bû sembol, li dijî îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e û bi lêv kir ku vê xetê rê nîşanî bi milyonan kesan da.
Tima Jinan a Amedsporê tîma Kireçbûrnûyê 9-1 têk bir
Tima Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Tîma Fûtbolê ya Jinan a Kîreçbûrnûyê 9-1 têk bir.
‘Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin’
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan a di foruma bi mijara tecrîdê de axivî wiha got: “Em dikarin tecrîdê bişikînin, desthilatê li erdê bixin.”
Li Îzmîr û Manîsayê 2 jin hatin qetilkirin
Li Îzmîrê Hulya Şevalci Yegîn û li Manîsayê jî Hûriye Zeybek hatin qetilkirin.
Qeydên HTS'ê kujerê Mulkiye Kazanê li derewê qeliband
Îdianameya der barê qetilkirina Mulkiye Kazanê ku piştî winda bûbû bi mehekê cenazeyê wê di bin axê de hatibû dîtin, temam bû. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku kiryar Mûstafa Asan bi sûcên "kuştina bi qesdî" û "binpêkirina azadiya kes" bê cezakirin.
Bûldan: Ji bo çekên kîmyewî divê heyetên serbixwe lêkolînan bikin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êrişên kîmyewî yên dewleta tirk û got: “Di medyayê de agahî û delîlên cîdî hene. Divê heyetên serbixwe rola xwe bi cih bînin.”
Li Mexmûrê Komxebata Jineolojiyê pêk hat
Li Wargeha Mexmûrê bi dirûşmeya ‘2'yemîn Şoreşa Cotkarî û Gundewarî dê Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2'yemîn Komxebata Komîteya Jineolojiyê dest pê kir.
Jin dê Nagihan Akarsel li Stenbolê bi bîr bînin
Jin, dê sibe Nagihan Akarsel bi dirûşma “Heqîqet bêdeng nabe, pênûs naşikê!” bi bîr bînin.
Li Rihayê jinek hat qetilkirin
Jina bi navê Sena M. li navçeya Halîliyê ji hêla hevjînê xwe Farîz A. ve hat qetilkirin.
Aktîvîsta Rojhilatî Caferîmêhr: Jin jiyan azadî veguherî manîfestoyekê
Aktîvîsta Rojhilatî Anîsa Caferîmêhr a têkildarî çalakiyên li Îranê axivî, bi lêv kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di nava gelan de veguheriye manîfestoyekê û wiha got: “Polîtîkaya rejîmê ya kolekirina jinê ya bi destê mêr pûç bû.”
'Bikaranîna çekên kîmyewî hêrsa binketinê ye'
Jinên endamên Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Tirkiye ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Divê gel pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."