Li Edeneyê zilamekî jinek qetil kir
Li Edeneyê zilamê bi navê Bûrak A. bi çekê Bahar T. qetil kir.
Jinên suryan: Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hat girtin
Yekitiya Jinên Suryan diyar kirin ku Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hatiye girtin û ji rêveberiya Başûr xwestin ku faîlên cînayetê di zûtirin demê de bigirin û bidarizînin.
Cenazeyê Akarsel bi dirûşman hat pêşwazîkirin
Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li gundê jê dayik bûyî bi tililî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin.
Li Tehranê parêzer bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ daketin qadan
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê yên li dijî rejîmê berdewam in. Li Tehranê jî parêzer bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin kolanan.
Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê pênûsa Nagihan li erdê nehêlin
Rojnamegerên jin ên li Amedê girtî ne, qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin: "Em soz didin ku pênûsa Nagihan wê li erdê nemîne.”
Gumanbarê sereke yê di dosyaya Gulîstan Dokû de 6 meh in îmze naavêje
Derket holê ku gumanbarê sereke yê dosyaya Gulistan Dokû ya winda bûyî, Zeynel Abarakov tevî ku bi şertê kontrola edlî hatiye berdan jî 6 meh in neçûye îmze avêtinê.
Jin ji bo piştevaniyê çûn serdana GOÇÎZDER’ê
Komeleya Dema Jinê bi mebesta piştevaniya bi GOÇÎZDER’ê re ku 16 endamên wê girtî ne, çû serdanê komeleyê.
Dayikên Aştiyê: Ji qetilkirina Akarselê PDK berpirsyar e
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, diyar kirin ku bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê berxwedana jinan hedef hate girtin û bi lêv kirin ku di komkujiyê de berpirsyariya PDK’ê heye.
Seroka Baroya Dêrsimê: Em ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin
Parêzer Fatma Kalsen a ji bo Serokatiya Baroya Dêrsimê hat bijartin diyar kir ku ew ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin û dê di pêvajoyên biryargirtinan de bêtir jin cih bigirin.
Konferansa 2'yemîn a Yekitiya Jinên Ciwan bi dawî bû
Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê konferansa xwe ya duyemîn bi encamnameyekê bi dawî kir. Di danezana encamê ya konferansê de hate destnîşankirin ku di têkoşîn û parastinê de rêgeza herî girîng a mirov rêbaza xweparastina netewî ye.
Jinên kurd, tirkmen, azerî, fars û ereb ên îranî: Em ê bi ser bikevin
Jinên kurd, tirkmen, azerî, faris û ereb ên li Îranî bang kirin ku têkoşîna divê têkoşîn xurttir bibe û wiha gotin: “Em ê bi ser bikevin. Mirin jî tê de be em ê bi ser bikevin. Dê nifşên nû azad bijîn."
'Têkoşîna Hevrînê hedef hat girtin'
Bi ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re 3 sal derbas bûn. Hevrêya Xelef, Zozan Şemo got ku têkoşîna Hevrîn Xelef hedef hat girtin.
Nagihan da pey şopa ‘reng û dengê jinan’ û hafiziyek ava kir
Nagihan Akarsel a ku bi rojnamegeriya jinê dest bi xebatên xwe yên çapemeniya azad kir, bû mîmara gundê jinan ê Rojava, li Efrînê sembolên jinê şopand û ji bo bîranîna jinan dest bi xebatên pirtûkxaneyê kir, li ser jiyana her jinekê bandor hişt.
Postera Nagîhan Akarselê ya mezin hate daliqandin
Postera mezin a endama Navenda Lêkolînên Jineoljiyê Nagîhan Akarselê li avahiyê Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê hate daliqandin.
Li Beylîkduzuyê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Kader Yildiz li Beylukduzuyê li berbanka navendeke danûstandinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.