Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê kujer Metîn Şengîl de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku ji aliyê Şengîl ve hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu kes bi hawara xwişka wê ve nehatiye û wiha got: "Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."
Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
Di encamnameya Konferansa Jinan a Navneteweyî de ji bo mayîndekirina têkoşîna hevpar, yekitî û tora piştevaniyê, tora ‘Jin, Jiyan, Azadî: Jin Pêşeroja Xwe Ava Dikin’ hat ragihandin.
Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
Jinan ragihand ku ew ê îsal jî li dijî tundiya zilam-dewletê di 25’ê Mijdar3e de li Tunela Taksîmê bin.
Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha cotmehê de herî kêm 36 jin hatin qetilkirin, hewldana qetilkirina 6 jinan çêbû û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê bi Tîma Fûtbolê ya Jinan a Trabzonsporê re 1 û 1 ma.
Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
TJA’yê li Stenbolê bi tevlibûna bi sedan jinan deklarasyona 25'ê Mijdarê aşkera kir û got: "Di tevahiya hefteya 25’ê Mijdarê de her roj û her saetê, li hemû qadên ku em lê ne em ê dengê xwe bilind bikin, berxwedanê mezin bikin. Tu kes nikare rê li ber têkoşîna azadiyê ya jinê bigire!"
Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
Li navçeya Erdîşê jina bi navê F.M. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî ku wê gelek jin ji Kurdistan û gelek deverên cîhanê beşdar bibin, sibê dest pê dike.
KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
Li gorî daneyên KCDP’ê yên meha cotmehê, 34 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û 26 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
Jina bi navê S.S. ku polîsê bi navê Enes Aydemîr destdirêjî lê kiribû da zanîn ku hêj niha jî polîsê tecawizkar gefan li wê dixwe û wiha got: “Heke faîl peywirdarê cemaweriyê be, dozger û dadger hewl didin bûyerê bigirin.”
Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
Endama Komîteya Amadekar a Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan Dilar Solîn wiha got: "Em jin armanc dikin ku bi vê konferansê rêyên pergaleke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîsta a zilamsalarî ya deşîfrebûyî vekolin û azmûneyên li ser vî esasî çêbûne nîqaş bikin û gavine hevpar biavêjin."
Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dê di 6’ê cotmehê de li navçeya Silopyayê were lidarxistin, banga tev li bûnê kirin.
Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş ku li Amedê di 16'ê Hezîranê de hatibû girtin, diyar kir ku feraseta ku Nagîhan Akarselê qetil kiriye û feraseta êrişî rojnamevanên kurd dike heman feraset e û got: "Em ê hêzê ji kenê Nagîhanê û têkoşîna wê bigirin û rêya xwe bidomînin."
Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
Ivana Hoffman a YPJ’î diyar kir ku berxwedana Kobanê ku bo destpêka têkçûna DAIŞ’ê, ji bo jinên cîhanê bû destpêka hişyarbûyînê û wiha got: “Kobanê bû sembola vîn û berxwedana jinan.”
Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
Hejmara 49’emîn a Pêveka Jinê ya rojnameya Yenî Yaşamê bi mijara “şoreşa jinê” hate weşandin.