Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
Rojnamevanên jin ên li Enqereyê hatin girtin diyar kirin ku ew peyrewê Gurbellî Ersozan e û ew ê di her şert û mercî de heqîqetê binivisînin.
Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Hatîce Ay ku li çoltarê Pîranê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayîn.
Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di “Komxebata Bûdçeya Zayenda Civakî Esas Digire” de axivî û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku piştî nîqaşên li vê derê, em ê zelal bikin bê ka dê bi kîjan perspektîfê nûyînê ava bikin. Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe.”
Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
Mahmût Îlhan ê ku Nûrhan Îlhanê li Qoserê qetil kirî hate girtin.
Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
Tevî êrişên dijwar ên hêzên rejîmê jî çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tên lidarxistin, didomin.
MKGP: Em ê li ber xwe bidin
MKGP'ê ku ji bo 9 rojnamegerên hatin girtin daxuyanî da, got: "Li dijî polîtîkayên serîtewandina çapemeniya azad a kurdî em jinên rojnameger, em ê tu carî gavê paşde neavêjin. Em ê li ber xwe bidin! Em ê wêrek bin! Ne em ê kameraya xwe bigirin, ne jî em ê pênûsa xwe deynin erdê."
Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
Li Aşqeleyê çawîşê pispor Mehmet Hinizê ku hewl da hevjîna xwe bikuje, hat girtin.
HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sîlopiyayê bi jinan re civiya.
Li Wanê mirina jinekê ya biguman
Li navçeya Payîzavayê Hulya Avci, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
Seroka Komeleya Berîya Her Tiştî Zarok û Jinê parêzer Mujde Tozbeyê der barê zêdebûna komkujiyên li ser jinan ên li herêmê de axivî û wiha got: "Dewlet bi awayekî rêxistinî û sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan."
Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
Di rapora otopsiyê ya Fîrdevs Babatê de ku li navçeya Qilabanê ji aliyê kujer Ahmet Babat ve hatibû qetilkirin, şopên îşkenceyê hatine dîtin.
Jinan binçavkirina Fîncanciyê û 11 rojnamevanan şermezar kir
Jin Bi Hev Re Bi Hêz in, binçavkirina Seroka TTB’yê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê û 11 rojnamevanan, li Kadikoyê protesto kir.
Jin dê ji bo Fîncanci û rojnamegeran li Kadikoyê bin
Jin Bi Hev Re Bihêz in dê ji bo Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ya hatiye binçavkirin û rojnamegerên binçavkirî dê li Kadikoyê daxuyanî bidin.
Jîna Emînî li ser gora xwe tê bîranîn
Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî rejîmê di roja 40’emîn de berdewam dike. Gel li ser gora Jîna Emînî ya hate qetilkirin dest bi komkirinê kir.
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, serdana malbatên jinên hatine qetilkirin kir
Komeleya Berî Her Tiştî Zarok û Jin, ji bo balê bikşîne ser qetilkirina jinan ên li Şirnexê ku di demên dawî de zêde bûne, hevdîtin bi malbatên jinên ku hatine qetîl kirin û partiyên sîyasî re kir.