TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li gundê Hespîstê yê Hezexê bi jinan re civiya. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr di hevdîtinê de diyar kir ku jin di her qadên jiyanê de rastî tundiyê tên lê belê dê kesek nikare pêşî li ber têkoşîna wan a azadiyê bigire.
Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
Tê xwestin ku Mahşid Nazemî ya îranî ku derbarê wê de biryara darvekirî heye û li Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê tê ragirtin dersînor bê kirin.
Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
Endamên KGB’a Îzmîrê diyar kirin ku dê li dijî tundiya ser jinan dakevin qadan û bernameya xwe ya 25’ê Mijdarê aşkera kirin.
Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
Endama Komeleye Piştevaniyê ya Jinan Ekîn Baltaş, destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezahiştinê “rêça nasnameya dewletê ye” û got: “Li Tirkiyeyê faîl mêr ê lê li Kurdistanê bêhtir kesên xwedî unîforma ne. Divê gotinek hevpar bê gotin."
Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
Rojnameger Habîbe Eren ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku prîzên li qada hevpar naxebitin û rêveberiya girtîgehê ji bo takekeseyîkirina rojnamegeran di nava hewldanên taybet de ye.
Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
Endamê Meclisa Jinan a HDP’a Colemêrg’ê û TJA’yê li navenda bajêr bi daxuyaniyekê starta 25’ê Mijdarê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew vê sedsalê weke “sedsala jinan” pêşwazî dikin û wiha gotin: “Her êrişeke li dijî jinan, sedema têkoşîn û raperîna me ye.”
Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku di Konferansa Jinê ya Navneteweyî de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” veguheriye dirûşmeke gerdûnî û wiha got: "Jinan malavayiya Ocalan kir, ji ber ku ev dirûşm di serî de jinên kurd diyarî hemû jinên cîhanê kiriye. Beşdaran bi vê dirûşmê dest bi axaftina xwe kirin."
Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
Jinên ku xwestin starta 25’ê Mijdarê ya diyarî Jîna Emînî kirin li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bidin, astengkirin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Li Stenbolê jî bertek nîşanî êrişên li dijî jinan û sûcê şer hate dayîn.
Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
Jinan li Botanê starta 25’ê Mijdarê dan û gotin: “Li dijî faşîzmê tekoşîna xwe bilind bikin.”
Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
25'emîn Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan/Navendên Hevgirtinê di mazûvaniya navçeya Sûra Amedê de bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir.
Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
Parlementera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dîler ku der barê kampanyaya îmzeyan a ji bo sekinandina êrişên Tirkiyeyê de axivî, wiha got: "Armanca me ew e ku em kampanyayê li çar perçeyan bidin destpêkirin. Heta qada hewayî ya Başûrê Kurdistanê li ber Tirkiyeyê neyê girtin, em ê xebatên xwe bidomînin."
Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
Derket holê ku zaroka bi navê Berfîn Ep ku dihate îdiakirin li navçeya Berwariyê xwe kuştiye, hatiye qetilkirin.
Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
Li Wanê di 7 rojan de 4 jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor, bal kişand ser qetilkirina jinan ku wekî "xwekuştinê" tên nîşandan û got ku nezelalkirina van kuştinan, encama "polîtîkaya jinê" ya desthilatê ye.
Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya ku têkildarî Komcivîna Stareyên Jinê û Piştevaniya/Navendên Piştevaniyê axivî, wiha got: "Em ê pratîkeke têkoşînê ya li ser esasê xweparastin û çalak û bihêz derxînin holê."
6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
Li Êlihê jinên ku bi hêceta şermezarkirina tecwizkar Mûsa Orhan hatin girtin, ev 6 meh in îdianameyê derbarê jinan de nehatiye amadekirin.