Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê di çerçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hatin gel hev û pirsgirêkên jinan gotûbêj kirin.
Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
Aktîvîsta Mafên Jinan Sara Aktaş diyar kir ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ku li Rojhilata Navîn bilind dibe weke banga şoreşê ye û anî ziman ku têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire.
TJA li Elkê bi jinan re civiya
Li navçeya Elkê TJA bi jinan re civiya. Li navçeya Silopiya jî ji jinên girtî re kart hatin şandin.
Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
Meclîsa Jinan HDP’ê ya Geverê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Geverê bi jinan re civiya.
Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
Konsera ku Komeleya Dema Jinê ye di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de bi tev li bûna Rewşan Çelîkerê li dar bixe, bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin.
Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê derbarê Musa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kiribû û 7 roj in nehatiye girtin li Parka Koşuyoluyê daxuyanî da. Endamên Torê, malbat û hevalên Sevîm xwestin ku kujer tavilê bê girtin.
Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
Jin dê li Herêma Egeyê bi çalakiyên di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên kirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bên gel hevdu.
Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
Ji Sakîne Kulturê ku di 15'ê Gulanê de ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye.
Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
Şemsê Allak, 19 sal berê li Mêrdînê bi recmkirinê hatibû qetilkirin. Berdevka TJA'ayê ya Mêrdînê Eylem Amakê diyar kir ku piştî qetilkirina Allakê ne li Kurdistanê, bi taybetî jî ne li Mêrdînê êdî tu tişt nebûye wekî berê û wiha got: "Ji Şemsê heya Jîna Emîniyê têkoşîn bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî'yê mezin bû."
Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan, diyar kirin ku bêdengî "mirin" e û gotin: "Çareserî ne bi şer, bi aştî û edaletê pêkan e."
TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
TJA ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de li Şemrexê bi jinan re civiya, destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya Tevgera Kurd li hemû cîhanê belav bûye.
Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê bi serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar da ku 620 roj in didome. Di serdanê de jinan got ku ji Mîrabalan ta Emîne Şenyaşaran, dê têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.
Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
Platforma Jinan a Edeneyê û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê bernameya çalakî û xwepêşandanên bo 25’ê Mijdarê eşkere kirin. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniya li Edeneyê axivî û wiha got: “Pora Jînayê û pênûsa Nagihanê gihiştin hev û li dijî komkujiyên rejîmên otorîter têdikoşin.”
Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji jinên girtî re kart şandin û bi vê yekê starta çalakî û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê dan.
Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
Malbata Meryem Sevîm ku berî 6 rojan hatibû qetilkirin bertek nîşanî negirtina kujer Mûsa Sevîm da û da zanîn ku ewlehiya canê wan tune ye. Parêzera malbatê Asya Cemre Işik da zanîn ku kujer sîxûreke ku ji hêla emnîyetê ve tê bikaranîn.