Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin
Çalakiya 8'ê Adarê ya TJA'yê hat astengkirin

Daxuyaniya jinan ku bi pêşengiya TJA'yê li ber Nûnertiya HDP'ê ya Kanaryayê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin
Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin hatin sewqkirin

Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û 6 jinên din hatin sewqkirin.

Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye
Hat îdiakirin ku jineke ciwan li Wanê întîhar kiriye

Hat îdiakirin ku li Wanê Çîgdem Cansiz a 18 salî întîhar kiriye.

TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe
TJA’yê li Semsûrê got: Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe

TJA’yê li Semsûrê bi serdana konbajarê mexdûrên erdhejê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê wiha got: “Em îsal bi êşeke kûr û hêrseke mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em ê hêrsa xwe bikin sedema têkoşîna xwe.”

‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’
‘Em ê bajarên hilweşiyayî bi piştevaniya jinan jinûve ava bikin’

Jinan, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku dê bajarên hilweşiyayîn û jiyanê, bi piştevaniya jinan dîsa ava bikin.

Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin
Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan: Em ê bi hevre jiyaneke nû ava bikin

Jinên Botanê starta 8’ê Adarê dan û wiha gotin: “Ev serhildana ku veguherî têkoşîna azadiya jinan, dê bingeha desthilatên faşîst, xirbeyên ku wan afirandine û her şêweyên tundiya li dijî jinan bihejîne û civakeke azad ji nû ve ava bike. “

Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin
Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kirin

Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê parve kirin û gotin: "Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û bi hêrsa xwe ji nû ve bihonînin. Em ê li herêmên erdhejê bi mexdûrên erdhejê re bin."

Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe
Di erdhejê de dayikek: Destûr nedan ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe

Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku girtiya bi navê Havva Zor di erdhejê de keça xwe winda kir lê destûr nehat dayîn ku tev li merasîma cenazeyê keça xwe bibe: “Niha jî şandin Girtîgeha Erzînganê û di hucreyê de tê ragirtin. Nahêlin dayikek êşa zarokê xwe bi xizmên xwe re parve bike.”

TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin
TJA: Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin

Jinên ku ji bo jin û zarokên Meletiyê alîkarî şandin, li pêşiya Komeleya Jinan a Starê kom bûn û wiha gotin: “Em ê birînên jinan bi felsefeya jin, jiyan, azadî derman bikin.”

Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin
Aktivîstên TJA’yê: Em bi piştevaniyê birînên xwe bi hev re derman bikin

Aktivîstên TJA’yê ku ji bo jin û zarokên li Meletiyê alîkariyê kom dikin, diyar kirin ku wê piştevaniyê mezin bikin û bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin.

Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye
Gulten Kişanak: Dem dema parvekirina êş û hêviyê ye

Siyasetmedara girtî Gulten Kişanakê diyar kir ku divê jin li dor hev bibin xelek û seferber bibin û ji bo erdhejê jî got: "Sedema sereke ya vê karesatê, feraseta navendîparêz a hişk û pergala tekparêz e."

Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike
Berdevka TAJÊ Elî: PDK jinên êzidî radestî DAIŞ’ê dike

Berdevka TAJÊ Hemşê Elî diyar kir ku jinên êzidî yê ku di wargehên PDK’ê de dimînin radestî DAIŞ’ê tên kirin û got: "Nizanin ku cih û warên wan kîjan in. Xwe û rastiya xwe nas nakin, ji ax, war û nasnameya xwe tên dûrxistin."

Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin
Ji HDP’ê starta 8’ê Adarê: Em ê li cem jinên li herêmên erdhejê bin

Meclisa Jinan a HDP’ê starta çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku dê xebatên xwe herî zêde li herêmên erdhejê bimeşînin.

Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin
Piştevaniya Mor: Em ê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin

Kampanyaya nameyan a Piştevaniya Mor ku bi dirûşma “Em ê bi hev re ava bikin” didome û jinên li navçeya Fatîhê hatin ba hev diyar kirin ku dê her tim li cem mexdûrên erdhejê bin.

Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome
Piştevaniya TJA’yê ya bi jinên li herêma erdhejê re didome

Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan da zanîn ku pêdiviya jin û zarokên li herêmên erdhejê bi bincilan heye û dê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re bidomînin.

< 138 139 140 141 142 > Rupel 140 / 395