Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
Meteorolojiyê ji bo bajarên Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê hişyariya barînên zêde û lehiyan kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.
Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku xelkê Dêrsimê li dijî talankirina xwezayê û êrişên ser çandê xwe birêxistin kirine û li ber xwe dide û bang li îktîdar û sermayedaran kir ku destên xwe ji Dêrsimê bikişînin.
Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo balê bikişîne ser çanda mezaxtinê û hevgirtinê zêde bike, çalakiya "Bazara Pevguherandinê" li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li Bazara Pevguherandinê geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin.
Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
Ekolojîst Yûsûf Topçu, ji bo mitînga ku dê di 16’ê Mijdarê de ji aliyê Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.
‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
Rêxistinên jîngehê û mafên mirovan ku "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin, daxwaz kirin ku dewlet lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê û bajar bide.
Tê payin li 22 bajaran baran bibare
Li gor texmînên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payin ku li 22 bajaran baran bibare.
Gundê Îbrahîm Kaypakkaya di hedefa sermayê de ye
Holdînga Çelîklerê dixwaze li gundê Karakaya ku gundê yek ji pêşengên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya ye, kana keviran veke. Gundî dibêjin ku gundê wan bi taybetî hatiye hilbijartin û gotin: “Dixwazin vî gundî ji hev belav bikin.”
Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
Dîmenên qirkirina daran a li gundê Awalê yê li quntarê Çiyayê Gabarê hatin kişandin. Tê dîtin ku cerdevan qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran de dikin.
Li Bestayê qirkirina daran didome
Li herêma Besta ya Şirnexê, di bin çavdêriya cerdevan û leşkeran de qirkirina daran didome.
Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk."
Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
Li gel hemû nerazîbûn û îdiayên walîtiyê ku gotibû "êdî dê dar nayên birîn" jî birîna daran a li Çiyayê Gabarê berdewam dike.
‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’
Ekolojîstan, diyar kir ku şewata di daristanên Merîwanê 6 rojan berdewam kiriye û şewatê zirareke mezin daye herêmê.
Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Erdogan Oduk diyar kir ku ji bo li 5 bajarên Serhedê 700 hezar û li tavahiya Kurdistanê jî 2 mîlyon dar bên çandin amadekariyê dikin û ji bo tevlibûna çandina daran a di maha Mijdarê de bangî gel kir.
Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
Welatiyekî xwest talankirina daran a li Çiyayê Gabarê bi telefona xwe bikişîne. Leşkeran, gef li welatî xwarin, telefona wî jê standin û dîmenên tê de jêbirin.
Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.
