Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Moskowayê hatin bi bîranîn.
NY Îran hişyar kir
Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Al Huseyîn daxuyanî da û bang li rayedarên Îranê kir ku li dijî bûyerên li Îranê şîdetê nekin.
Helîkoptera Rûsî li Sûriyê ket û 2 pîlotên wê mirin
Helîkoptera Rûsî li Sûriyeyê ket. Du pîlotên helîkoptêrê jiyana xwe ji dest dan û endezyarê wê jî birîndar bû.
Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin
Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê weke “êrîşkariyê” binav kir û got divê hemû hêzên leşkerî bêmerc ji Sûriyeyê vekişin.
Li Avustralyayê bi wesayîtê êrîşî koma mirovan kir
Li bajarê Melbourne yê Avusturalyayê wesayîtek daket nav koma mirovan û êrîş pêk anî. Hat ragihandin ku di buyerê de gelek kes birîndar bûne û polîsan ajokarê wesayîtê binçav kir.
Rojnameger herî zêde li Tirkiye girtîne
Komîteya Parastina Rojnamegerên Navneteweyî (CPJ), rapora rojnamegerên girtî aşkere kir. CPJ'ê diyar kir ku di welatên cîhanê de herî zêde li Tirkiye rojnameger girtî ne û di Çîn û Misir jî li pey Tirkiye ne.
Erebistana Siûdî Yemen bombe kir 39 kes kuştin
Rejîma Erebîstana Siûdî bi balafiran li herêma Hûsiyan a Şîîyên Yemenê kontrol dike xist. Di êrîşê de 39 kes hatin kuştin.
Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê çû serdana Beşar Esad û Pûtîn li vir ferman da ku leşkerên rûsî ji xaka Sûriyê vekişin.
Ji bo aştî bê parastin bang li civaka navneteweyî kirin
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi rojeva Qudsê rûnişt. Ji bo aştiya di navbera Filîstîn û Israîlê de pêk were, bang kir ku divê hewldana navnetewî çêbibe.
Konseya Ewlehiyê ya YN'yê ji bo Qudusê dicive
Serokê DYA'yê Donald Trump, Qudus wekî "Paytexta Îsraîlê" îlan kir, dê li ser banga 8 welatan sibê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bicive û biryarê bigire dest.
Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin
Hat diyarkirin ku Serokomarê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih hatiye kuştin. Partiya wî Kongreya Gel a Giştî kuştina lîderê xwe piştrast kir.
Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê hat taloqkirin
Hat diyarkirin ku Kongreya Diyalogê ya Netewî ya Sûriyeyê ku di encama civîna bilind a sêmendî ya li Soçiyê biryara wê hat dayîn û dihat payîn dê di demeke nêz de bicive, taloqî meha Sibata 2018’an hat kirin.
Kesên li Misirê mirin gihişt 305’an
Li Misirê di êrîşa bombeyi ya di 24’ê Mijdarê de li dijî mizgeftekê pêk hat de hêjmara mirina gihişt 305’an.
Harîrî vegeriya Lubnanê
Saad Harîrî ku di 4’ê Mijdarê de dev ji Serokwezîrtiya Lubnanê berda bû vegeriya welatê xwe Lubnanê
Lavrov: Temsîla hemû beşên li Sûriyeyê girîng e
Wezîrê Kare Derve yê Rûsyayê Lavrov, diyar kir ku Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya Sûriyeyê Rûsya, Tirkiye û Îran lîdertiya wê dikin, dê li Soçiyê bigihêje encamê û wiha got: "Divê hemû aliyên li Sûriyeyê di asta maksîmum de bên temsîlkirin."