Li Îranê balafira rêwiyan ket
Li Îranê balafira rêwiyan ket

Balafira ji paytexta Tahranê ya Îranê rabû û 66 rêwî tê de bûn, ket.

Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2  pêl çêbû
Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû

Li gorî agahiyên Navenda Lêgerîna Jeolojîk a DYA (USG) li herêma Pînotepa De Don Lûîs bi erdheja hêza wê 7.2 pêl çêbû.

Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be
Yûnanîstanê Tirkiyeyê hişyar kir: Wê careke din bersiva me ne aştiyane be

Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Nikos Kotzias, têkildarî qelaçên Kardakê (Îmîa) ku ji ber vê di navbera wan û Tirkiyeyê de rageşiyeke heye got: "Em ne Iraq, ne jî Sûriye ne. Wê careke din bersiva me ne bersiveke aştiyane be."

Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin
Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çavuşoglu li Odela Palas a Enqereyê hatin cem hev. Wezîr Rex Tîllerson Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ger azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serdestiya hiqûqê hebe dê têkiliyên wan bidomin. Wezîr Tillerson, ji bo OHAL'ê jî Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku girtî pir zêde ne.

Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne
Muslim: Tirkiye bi çekên we xwîna me dirijîne

Berdevkê Karên Derve yê PYD'ê Salîh Muslim, beşdarî konferansa li Cenevre bû û wiha got: "Tirkiye bi çekên ku Ewropa dane wan, xwîna me dirijîne. Em naxwazin welatên rojava li dijî Tirkiye şer bikin. Lê em dixwazin li gorî sincê hiqûqa navneteweyî tev bigerin."

Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne
Tîllerson: Çekên ji YPG’ê bên sitendin tune ne

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson beriya bê Enqereyê daxuyanî da û got ku çekên giran yên ku DYA daye YPG’ê tune û çekên ku paşve ji YPG'ê bistîne tune ye.

Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin
Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin

Malbatên girtiyên siyasî ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî yên ji Girtîgeha Evînê sîrgûnî Girtîgeha Rey hatin kirin çalaki pêk anîn rastî mudalixeyê hêzên leşkerî hatin.

Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir
Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir

Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tillerson beriya Tirkiye ziyaret bike li Kuveytê axivî û fikara xwe ya li Bakurê Sûriye pêş dikeve anî ziman. Tillerson diyar kir ku operasyona Tirkiye ya li ser Efrînê bandora têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kêm kiriye.

Şêran nêçîrvan xwar
Şêran nêçîrvan xwar

Li Afrîkaya Başûr, kesekî ku hat diyarkirina bi awayekî qaçax hewl daye heywanan nêçîr bike, şêr ew xwarine. Li gor daxuyaniyên polîsên herêmî tenê serê nêçirvan û çend perçeyên ji bedena wî mane.

Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn
Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn

Li Bolîvyayê di karnavala gerdîşiyî de teqînek çê bû. Hat ragihandin ku di teqînê de 8 kes mirine, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.

Li Rûsya balafira rêwiyan ket
Li Rûsya balafira rêwiyan ket

Li balafirgeha Domodedovo ya Moskovayê balafira ku 71 rêwiyê wê hebûn ket.

Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin
Komîserê Bilind ê NY'ê Al Husseîn: Li Sûriyeyê sivîl dimirin

Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY'ê Zeîd Ra’ad Al Husseîn, aşkera kir ku di rojên dawî de li Sûriyeyê sivîl zêde tên kuştin, li Efrînê sivîl ji di na de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û raporên di vê der barê de di destên wan de hene.

Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye

Serokomarê Îranî Hesen Ruhanî operasyona Tirkiyeya ya li dijî Efrînê şîrove kir. Ruhanî, destnîşan kir ku operasyona leşkerî bêhûde ye.

UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin

UNÎCEF'ê diyar kir ku li Sûriye di mehekê de herî kêm 60 zarok hatin kuştin û wiha got: "Di êrîşa li ser Efrînê de nêzî 15 hezar mirov ji çoltarê koçî bajar kiriye."

Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin

Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin.

< 139 140 141 142 143 > Rupel 141 / 145