Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN -  Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê weke “êrîşkariyê” binav kir û got divê hemû hêzên leşkerî bêmerc ji Sûriyeyê vekişin.

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî di gera 8’emîn a civînên Astanayê de axivî û hebûna leşkerên tirk a li Sûriyeyê wek "êrîşkarî" bi nav kir. Dîplomatê Sûrî xwest ku hêzên biyanî yên li Sûriyeyê bêmerc ji Sûriyeyê vekişin.